22:00 22 Sibat 2018
Zindî
    Erdhej

    Li Îlamê erdhej çêbû: Germiyan, Helebçe, Hewraman û Şarezor hejiyan

    © AFP 2018/ Sam Yeh
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Peyamnêrê Spûtnîkê li Herêma Kurdistanê ragihand ku îro berêvarê li Îlam a Îranê erdhejeke dijwar rû daye ku wê erdhejê navçeyên Germiyan, Helebçe, Hewreman û Şarezor ên parêzgaha Silêmaniyê jî hejandine.

    Birêveberê Erdhej û Hewanasiyê Ferec Hesenî ji Spûtnîkê re ragihand, ew erdhej li rojhilata navçeya Ilam a Îranê rû daye û ji ber ku nêzîkî sînorê herêmên parêzgeha Silêmanyê ye bandora xwe li ser kiriye û hejiyaye.

    Ferec Hesen da xuyakirin, erdheja ku bandor li ser navçeyên parêzgeha Silêmaniyê kiriye, hêza wê kêm bûye û li gor zanyariyên destpêkê 4.5 bûye li pey pîvera rexterê û negihaye asta jêketina zirar û ziyanan.

    Herwiha li gor nûçeyeke malpera (Earthquake live) her îro erdhejek li parêzgeha Kot ya Iraqê ku li ser sînorê Îranê ye çêbûye û hêza wê 5.1 bûye li gor pîvera rêxterê.

    Herwiha medyaya erebî ragihand ku "erdhejeke bi hêza 5.3yan li parêzgeke Îlamê ya li ser sînorê Iraqê jî çêbûye".

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn û Rûhanî dê li Soçiyê hevdîtineke dualî pêk bînin
    2 Serokên bajêr ê AKPê îstîfa kirin
    Hikûmeta Kurdistanê banga cîhanê kir: Navbeynkariyê bikin
    Mercên seferên ji Rojava bo Herêma Kurdistanê hatin ragihandin
    Mûz bû sedem ku stranbêja misrî were desteserkirin
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de