19:24 19 Hezîran 2018
Pankartên referandûma serxwebûna Kurdistanê

Hikûmeta Kurdistanê banga cîhanê kir: Navbeynkariyê bikin

© Sputnik / Dmitriy Vinogradov
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji civaka navdewletî xwest ku ji bo rakirina dorpêçên ku Bexdayê li ser Herêma Kurdistanê danîne û bi taybet jî di mijara rawestandina geştên esmanî yên li her balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê navbeynkariyê bike.

Îro Duşemî 20 Mijdara 2017 Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyek bangî civaka navdewletî kir daku alîkariyê bike.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji civaka navdewletî xwest ku ji bo rakirina dorpêçên ku Bexdayê li ser Herêma Kurdistanê danîne û bi taybet jî di mijara rawestandina geştên esmanî yên li her balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê navbeynkariyê bike û xwest demildest hewlên xwe dest pê bikin, “ji bo hilweşandina wan cezayên komî yên ku Hikûmeta Iraqê li ser gel û Hikûmeta Herêma Kudistanê sepandine.”

"BUDÇE BÊYÎ ŞÊWIRA KURDISTANÊ, YEK JI WAN CEZAYAN E"

Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin: “Kêmkirina bûdceya Herêma Kurdistanê di projeyasaya bûdceya sala 2018ê de bêyî şêwira li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê, daxistina esmanê Herêma Kurdistanê û sînordarkirina geştên hevwelatiyên Herêma Kurdistanê beşek in ji wan cezakirinên komî ku li dijî hevwelatiyan hatine ragihandin.”

Li gorî daxuyaniyê, ew cezakirin bûne sedema rêgirtin ji hewlên alîkariyên mirovî û pêdawîstiyên rojane bo zêdetir ji 1 milyon û 500 hezar awareyan ku li Herêma Kurdistanê bicih bûne ku bi hatina demsala zivistanê, gelek ji wan awareyan bêyî pêdawîstî û alîkariyên sereke dimînin ku ji aliyê rêxistinên ser bi Netewên Yekbûyî ve û rêxistinên nehikûmî û navdewletî pêşkêşî wan dihat kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: Lewra em bangî civaka navdewletî dikin ku desthilata Bexdayê teşwîq bike daku ambargoya li ser geştên navdewletî  ji û bo Herêma Kurdistanê bê merc rakirin ku Herêma Kurdistanê.

 

Bi heman mijarî:

‘Heşda Şeibî bi tehdîdên Amerîka ji herêmên nakok derdikeve'
Serokomariya Tirkiye: Êdî wext hatiye ku em, endamtiya xwe ya NATO darîçav bikin
Lavrov: Dê Pûtîn, Erdogan û Rûhanî biryara dawî ya kongreya Sûriyeyê bidin
‘Tirkiye di nav salekê de 576 caran êrişî Efrînê kir'
Li Kerboran wesayîta polîsan li jinekê qelibî
Femînîstên Fransî ji bo piştgiriya kurdan şahiyeke şevê li dar xist û strana kurdî xwend
Etîketan:
Hewlêr, Silêmanî, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de