03:15 24 Sibat 2018
Zindî
    Parlamentoya Iraqê

    Daxwaza dadgeh kirina parlamenterên kurd hat betalkirin

    © AP Photo/ Karim Kadim
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Îro piştî biryara Dadgeha Fedral a Iraqê ku referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê ne yasayî ye, pirsgirêka dadgehkirina 15 perlemantarên kurd bi tawana beşdarî pêvajoya referandûma serxwebûnê bûne, hat betalkirin.

    Aliyên şîe bi taybetî hin perlemantarên girêdayê partiya Serokwezîrê berê Nûrî Malîkî, ev demekî hewl didan ku bi tawana parlamenterên kurd ên beşdarî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê bûne werin dadgehkirin û emdamtiya wan ê parlamentoyê ji wan bistînin.

    Serokê Firaksiyona YNKç Arêz Ebdullah ku yek ji wan 15 perlemantarên kurd e û aliyên şîe dixwast ji perlemantoyê derxin û bên dadgehkirin, Sputnik Kurdistanê re avivî û raghand ku, "Îro piştî derketina biryara Dadgeha Fedral a Iraqê sebaret nedestûriya referandûma Herêma Kurdistanê, Serokê Parlemantoya Iraqê Selîm Ciburî ji me re got ku pirsa dadgehkirina hewe bidawî bû û hat daxistin û nabe hîç perlemantarekî kurd bi tawana beşdariyê di referandûmê de bihê dadgehkirin."

    Herweha serokê fraksiyona YNKê got: "Hejmara perlemantarên ku hatîne tawanbarkirin 15 kesin, 10 ji fraksiyona PDKê ne û di 2ê wan jî j fraksiyona YNKê û 2 jî ji fraksiyona Yekgirtûya Îslamî û yek jî Salm Şebeke ku nûnerên kurdên şebek di perlemantoya Iraqê de ye, ne.

    Bi heman mijarî:

    Ebadî bo biryara dadgehê ya li ser referandûma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir
    Nêçîrvan Barzanî: Divê Bexda tevahiya destûrê cî bi cî bike
    Femînîstên Fransî ji bo piştgiriya kurdan şahiyeke şevê li dar xist û strana kurdî xwend
    Serokê Parlementoya Kurdistanê: Encamên referandûmê destkevtiyên 25 salan ji nav birin
    Mehmûd Osman: Biryara Dadgeha Federal a Iraqê biryareke siyasî ye
    Etîketan:
    serxwebûn, referandûm, kurd, parlamenter, Sputnik, Arêz Ebdullah, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de