11:00 20 Hezîran 2018
Kerkûk - Ala Kurdistanê - Iraq

Ala Talabanî: Parlemento nikare Encûmena Kerkûkê ji kar bi dûr bixe

© REUTERS / Alaa Al-Marjani
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Endama Parlementoya Iraqê ya YNKê Ala Talabanî ragihand ku nabe Encûmena Parêzgehê ji karî were bidûrxistin û destnîşan kir ku ew daxwaz parlementerên turkmen û hinekên din kiriye ku Encûmena Parêzgeha Kerkûkê were jikarbidûrxistin, daxwazeke kevn e.

Talabaniyê civîneke rojnamevanî li gel parlementerên din ên ji Parêzgeha Kerkûkê li dar xist û tê de got: Ew daxwaza parlementerên turkmen û hinekên din ku Encûmena Kerkûkê ji kar bê bidûrxistin, daxwazeke kevn e ku piştî biryara Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ya bilindkirina alayê û pêkanîna referandûmê pêk hatibû. Îro hinek biryarên berê hene û hinekî nû hene ku Dadgeha Federal daye û hilweşandina referandûmê û encamên jê derketine yek ji wan e. Lewra ti sedem tine ku encûmena parêzgerê ji karî were bidûrxistin û ji aliyê qanûnî ve endamên parlementoyê çi ji parêzgehê û çi yên din, mafê wan tine ku encûmena parêzgehekê ji kar bi dûr bixin."

"BILA PARÊZGARÊ KERKÛKÊ JI KAR WERE BIDÛRXISTIN"

Parlementera YNKê diyar kir ku "li gorî qanûnê tenê sê par ji endamên encûmena parêzgehê dikarin encûmenê ji kar bi dûr bixin an jî fexis bikin" û wiha dewam kir: Parlementerên kurd ên Kerkûkê ji koma YNKê daxwazek ji parlementoyê re şand ku daxwazek ji sê parên encûmena Parêzgeha Kerkûkê jî pê ve ye û bi wan tê xwestin ku Parêzgarê Kerkûkê yê bi wekalet Rakan Cibûrî ji kar bê bidûrxistin."

Bi heman mijarî:

Hikûmeta Kurdistanê: Em biryara Dadgeha Federal a Iraqê qebûl dikin
Rosneftê 1.3 mîlyar dolar pereyê petrolê da Herêma Kurdistanê
McGurkî helwesta xwe ji bo daxuyaniya Hikûmeta Kurdistanê eşkere kir
Ebadî: Ez pêşwaziyê li daxuyaniya Hikûmeta Kurdistanê dikim
Li Herêma Kurdistanê Erdhejeke din çêbû
‘Li Kurdistanê serhildanek nemaye ku tevlî nebûye'
Serokê AKPeyî: Wê têkiliyên Tirkiyeyê bi Kurdistanê re baş bibin
Etîketan:
YNK, Ala TRalabanî, Kerkûk, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de