09:04 24 Sibat 2018
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî

    Nêçîrvan Barzanî: Divê Bexda tevahiya destûrê cî bi cî bike

    © AFP 2018/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê derbarê biryara Dadgeha Federal a Iraqê de diaxive û diyar kir ku divê hemû madeyên destûrê werin cîbicîkirin û Bexda destûrê bin pê dike.

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand biryara Dadgeha Federal yekalî ye û bêyî nûnerên Herêma Kurdistanê biryar dane.

    Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, di bin serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro roja duşemê 20.11.2017ê li bajarê Hewlêrê civiya.

    "DIVÊ TEVAHIYA MADEYÊN DESTÛRÊ WERIN CÎBCÎKIRIN"

    Nêçîrvan Barzanî piştî civînê civîneke çapemeniyê li dar xist û tê de wiha got: "Eger Bexda û civata navdewletî istiqrarê dixwazin. Divê Iraq bi cidiyet destûrê cî bi cî bike. Destûr ji bo me yek pakêt e û divê ji madeya yekê heta ya dawî were cîbicîkirin. Nabe ku tenê wan madeyên ku dilê wan dixwaze cî bi vî bikin. Bi me wiha ye, eger destûr wek xwe were cîbicîkirin, ti kêşe li welatî namîne. Eger heta niha destûr bihata cîbicîkirin, me pêwîstî bi kirina referandûmê nedima."

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê axiftina xwe wiha dewam kir: "Biryara Dadgeha Federal a dawî ye û nayê hilweşandin. Mixabin ew biryareke yekalî ye. Bêyî nûnerên Herêma Kurdistanê ew biryar daye."

    "DI BUDÇEYÊ DE ZULMEKE MEZIN LI GELÊ KURDISTANÊ BÛYE"

    Li ser muçeyan, Barzanî wiha got: Tiştê sereke ji bo me, dabînkirina muçeyan e. Em ji bo muçeyan, bi bexdayê re li ser xetê ne. Lê projeqanûna budçeyê zulmeke mezin li xelkê Herêma Kurdistanê kiriye. Zulmeke wiha ye ku nayê xeyalkirin û bi her awayî zulm e. "

    "DESTÛR WERE CÎBICÎKIRIN, KÊŞE DI NAV HEWLÊR Û BEXDAYÊ DE NAMÎNIN"

    Li ser pirsyarekê ku hefteya borî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêz li ravekirina madeya yekê ya destûrê girtibû û gelê dê rêzê li biryara îro ya nedestûrîbûna referandûmê bigire û encamê hilweşîne, Barzanî wiha got: Mafê gelê kurd di destûrê de diyarkirî ye. Ti qanûn û made nikare têkbibe. Eger destûr bihata cîbicîkirin, kêşe li nav Hewlêr û Bexdayê namînin."

    "DERENG AN ZÛ, EM Ê BIGIHÊJIN MAFÊN XWE"

    Barzanî di berdewamiya berisva pirsyaran de wiha got: Rast e, qonaxeke zehmet e. Lê bi yekgirtinê, em ê ji vê qonaxa zehmet derbas bibin. Pêwîst e, wek milet û wek partiyên siyasî li ser hinek prensîpan li hev bikin. Rast e, qonaxeke zehmet e. Lê di heman demê de derfet e ku em pêdeçûnê li xwe jî bikin. Ev milet, ev welat dê her hebe. Dereng an zû em dê her bigihêjin mafên xwe."

    "GIRTINA BALAFIRAN, BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVÎ YE"

    Li ser girtina balafirgehan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Binpêkirina destûra bingehîn e, ne yasayî ye. Ev yek li dijî mafên mirovahî ye. Heger dixwazin bizanin bê em li balafirgehan çi dikin, fermo bila bêne, em amad ne. Lê girtina balafirgehan binpêkirina mafên mirovahî ye.”

    "ME CIVÎNÊN NEPEN LI GEL BEXDAYÊ ENEKIRINE"

    Herwiha Nêçîrvan Barzanî teqez kir ku rêyên leşkerî dê kêşeyên heyî ji aliyê leşkerî ve çareser nekin û divê ji aliyê siyasî ve werin çareserkirin û wiha dewam kir: Me ti civînên nepen li gel Bexdayê nekiriye lê me civînên leşkerî kriine daku nehêlin şer careke dî rûbide."

    "HAYA ME JI RÊKEFTINA NAVBERA ÎRAN Û IRAQÊ TINE"

    Derbarê petrola Kerkûkê de Barzanî destnîşan kir ku haya wan jê tine ku di navbera Iraq û Îranê de rêkevtinek bûye li ser petrolê û got: “Derbarê vê mijarê de ti pirs ji me nehatiye kirin.

    Barzanî derbarê mijarê de wiha got: "Heta niha derbarê veguhestina petrola Kurkûkê de ti biryar nehatiye dayîn. Iraq dê bişîne yan neşîne hêj diyar nebûye. Di vê mijarê de em jî xwedî biryar in.”

    ME JI WASHONGTONÊ XWEST KU DESTÛR WERE RAVEKIRIN"

    Ji aliyê din ve, Barzanî teqezî li ser kir ku divê diyalog li gorî destûrê be û wiha dewam kir: Em amade ne li gorî destûrê li gel Bexdayê diyalogê bikin. Em li gel wê ne ku hemû madeyên destûra iraqî werin cîbcîkirin. me ji Washingtonê re diyar kir ku pêwîstî heye ku destûr were ravekirin."

    "EM DIXWAZIN TÊKILIYÊN XWE YÊN BAŞ BI CÎRANAN RE DEWAM BIKIN"

    Li ser welatên cîran jî, Barzanî diyar kir ku dixwazin, wan têkiliyên baş li gel welatên cîran hebin û wiha dewam kir: Em faktora istiqrarê ne li herêmê û em dixwazin têkiliyên xwe yên baş li gel cîranan dewam bikin."

    Ji aliyê din ve, serokwezîrî diyar kir ku erdhej û rewşa piştî wê jî hatine nirxandin û teqez kir ku Tirkiye yekem welat bû ku pêwendî bi wan re kir û alîkarî bo erdhejzedeyan re şand û wiha pê de çû: Îran dewleteke cîran e û em dixwazin têkiliyên xwe bi her kesî re baş bikin."

    Bi heman mijarî:

    Kurdistan: Em ê dergehên sînorî radest nekin
    'Çûnûhatina bazirganî di navbera Kurdistan û Bexdayê de dîsa dest pê kir'
    Kurdistan: Em amade ne li ser bingehê destpêşxeriya Sîstanî diyalogê bikin
    'Nabe Kurdistan wekî Xezze û Qeterê were dorpêçkirin'
    "Fişarên navdewletî ji bo çareserkirina qeyrana Kurdistan û Iraqê zêde ne"
    Etîketan:
    Nêçîrvan Barzanî, Îran, Tirkiye, Amerîka, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de