18:06 24 Hezîran 2018
referandûma serxwebûna Kurdistanê

Serokê Parlementoya Kurdistanê: Encamên referandûmê destkevtiyên 25 salan ji nav birin

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Serokê Parlementoya Kurdistanê Yûsif Mihemed Sadiqî ji rojnamyeke erebî re encamên referandûmê nirxandin û diyar kir ku encamên referandûmê destkevtiyên 25 salan ji nav birin. c

Parlementoya Kurdistanê piştî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê û piştî du salan careke din hat çalakkirin ku hinek parlementerên Goranê jî beşdarî civînên wê bûn lê Seorkê Parlementoya Kurdistanê Yûsif Mihemed Sadiq dîsa jî tev li civînên parlementoyê nebû.

"REFERANDÛM BI BIRYAREKE PARTIYANE HAT LIDARXISTIN"

Serokê Parlementoya Kurdistanê  Yûsif Mihemed Sadiq bi rojnameya Eşerq El Ewsetê re axivî û  sedema venegerîna xwe wiha rave dike. Şêwaza ku parlemento pê hat çalakkirin ne li gorî daxwazên me bû. Me dixwest parlemento dûrî destwerdanên partiyî were çalakkirin lê di rastiyê de armanca çalakkirina wî, tenê meşrûkirina pêvajoya referandûmê bû. Ev jî di demeke wiha de hat ku referandûm bi biryareke partiyî(hizbî) û li derveyî viyana parlementoyê pêk hatibû. Anku ti biryarek taybet ji bi birêvebirina (referandûmê) dernektibû."

"BINGEHEKÎ SIYASÎ, ABORÎ Û QANÛNÎ JI REFERANDÛMÊ RE NEHAT DABÎNKIRIN"

Herwiha Sadiqî got ku ev biryar hat dan bê ku bingehekî siyasî, aborî û qanûnî jê re were dabînkirin û wiha dewam kir: Ev jî berovajî nerînên me yên siyasî ye. Gava em li Hewlêrê bûn, me xwest ku em lêvegera yekem û dawî bin ji bo van biryaran, ne ku parlemento bibe navgînek ji bo meşrûkirina biryarên partiyan wek çawa di meseleya referandûmê de çêbûn."

"DIVÊ PERGALA BIRÊVEBERIYA KURDISTANÊ WERE GUHERTIN"

Li ser pergala birêveberiya Herêma Kurdistanê jî, Sadiqî diyar kir ku "pergala birêveberiya ku ev 25 sal in li herêmê bi rê ve diçe, êdî têk çûye û dem hatiye ku were guhertin" û wiha dewam kir: Ji ber ev pergal ji aliyên siyasî, leşkerî û aborî ve têk çûye û heta siberoja gelî xist rewşeke tarî û nediyar. Lewra ez hêvî dikim, ev serkirdayetiyên siyasî dest ji vê hişmendiya nexweş berdin ku yên din pişguh dikin û wan înkar dikin."

 

 

 

Bi heman mijarî:

‘Em ê Kurdistanê ji vê pêvajoya dijwar xelas bikin'
Dadgeha Federal a Iraqê ji bo referandûma Kurdistanê kom dibe
Iraq dê budçeya Herêma Kurdistanê ya ji bo sala 2018an biguherîne
Piştî Barzanî, çi li pêşberî nifşê nû yê serokên Kurdistanê ye?
Îngîltereyê jî piştgirî da biryara Kurdistanê
Etîketan:
Yûsif Mihemed Sadiq, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de