17:07 24 Sibat 2018
Zindî
    Heşdî Şebî

    ‘Heşda Şeibî bi tehdîdên Amerîka ji herêmên nakok derdikeve'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat ragihandin ku Heşda Şeibî ji ber tehdîdên Amerîka yen ser Bexdayê ji herêmên nakok ên derveyî îdareya Kurdistanê hêzên xwe paşde vedikişîne.

    Li gorî raporta rojnameya El Ereb a Îngîltereyê, tehdîdên Amerîka yên ser Bexdayê kir ku milîsên Heşda Şeibî ji herêmên nakok ên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê vekişin. Li gorî raportê, milîsên Heşda Şeibî ji navçeyên Şingal, Zumar û navçeyên din yên rojavayê Nînovayê vekişiyane.

    Rojnameyê di berdewamiya raporta xwe de got: "Li ser daxwaza kurdan Amerîka hêzên Heşda Şeibî ji navçeyên nakokiyê dûr dixe da ku hêzên Pêşmerge û hêzên serbazî yên artêşa Iraqê bi hevbeşî li wan navçeyan belav bibin."

    Çavkaniyekî ji rojnameyê re gotiye: "Amerîka ji bo destpêkirina gotûbêjên siyasî yên navbera Hewlêr û Bexdayê de fişaran dike û zêdetir di mijara pişka bûdçe, şandina petrolê û dosyeyên din de dixwaze hevdîtin bi pêşve herin." Li gorî çavkanî Amerîka di rawestandina şerê navbera hêzên Pêşmerge û milîsên Heşda Şeibî de serkeftî bû."

    Bi heman mijarî:

    Hêzeke Kurdî wê li Duz Xurmatû cihê Heşda şebî bigire
    Amirî: Ne mimkun e Heşda Şebî bê hilweşandin
    Iraqê daxuyaniya Amerîkayê ya Heşda Şebî red kir
    Pêşmerge: Artêşa Iraqê û Heşda Şebî li hemberî me windahiyên mezin dan
    Amerîka: Fermandarê Heşda Şebî Ebû Mehdî Muhendis terorîst e
    Artêşa Iraqê û Heşda Şebî ji Mexmûrê vekişiyan
    Etîketan:
    Milîsên Heşda Şeibî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de