06:40 20 Sibat 2018
Zindî
    Gora komî

    Li herêma Sinûnê goreke komî hat dîtin

    © REUTERS/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endamê meclisa gundê Sinûnê ya Şingalê Sedûn Semîr ragihand ku li herêma Girzerk a Şingalê goreke komî ku 17 kes têde bûn hate dîtin.

    Sedûn Semîr di axaftina xwe ya derbarê dîtina gora komî de got: "Li Şingalê goreke komî din ku 17 kes têde ne hate dîtin. Ji bo cesede di gora komî de hê lêkolîn nehatine kirin, lewma em nizanin bê aîdî kî ne ew cesed. Di demeke nêzîk de wê tîma lêkolîner dest bi xebatên vekolînê bike."

    Semîr di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştî milîsên Heşda Şeibî herêm dagir kirin di vekolîna gorên komî de pirsgirêk derdikevin. Ji 16ê Cotmehê hetanî îro bi kêmanî 40 gorên komî hatine dîtin."

    Rêxistina terorîst a DAIŞê di Tîrmeha 2014an de êrişî Şingalê kiribû bi hezaran hemwelatiyên êzdî kuştibûn û dîl girtibûn. Bi 10 hezaran êzdî jî neçar mabûn ku Şingalê biterikînin.

    Bi heman mijarî:

    Qasim Şeşo: Divê Heşda Şeibî ji Şingalê derkeve
    Qeymeqamekî nû ji bo Şingalê hat tayînkirin
    Fermandara Mihwera Rojavayê Dicleyê ji bo Şingalê daxuyaniyek da
    Reuters: Komeke êzidî li gel hêzên Iraqê hatin Şingalê
    Hêzên Pêşmerge ji Şingalê ber bi Sinûnê ve vekişiyan
    Artêşa Iraqê û Haşdî Şabî êrişî Şingalê kirin
    Etîketan:
    Li Şingalê goreke komî hat dîtin, Endamê meclisa gundê Sinûnê, Sedûn Semîr, Şingal, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de