22:07 20 Hezîran 2018
Heşdî Şebî

Heşda Şeibî ji bo vekişandina ji Rebîe û Zûmarê daxuyaniyek da

© AFP 2018 / AHMAD AL-RUBAYE
Kurdistan
Lînkê kurt
0 02

Duhî hinek çavkaniyên Herêma Kurdistanê ragihandibûn ku milîsên Heşda Şebî ji navçeyên Rebîe û Zûmarê paşde vedikişin.

Îro berdevkê Heşda Şebî Ehmed Esedî di daxuyaniyekê de ragihand ku hinek medyayan behsa vekişandina hêzên Heşda Şebî ji navçeyên Rebîe û Zûmarê kirin. Ev nûçe nerast û bêbinge in.

Ehmed Esedî di berdewamiya azaftina xwe de got: "Hêzên Heşda Şeibî li wan navçeyan e û hetanî biryar ji Fermandaya Giştî ya Iraqê were dê li wan navçeyan bimîne."

Herwiha ji bo vekişandina hêzên Heşda Şeibî ji Rebîe û Zûmarê, Sererkanê Pêşmerge Cemal Eminkî jî gotibû: "Haya me ji vekişandina hêzên Heşda Şeibî heye, lê em sedema vekişandinê nizanin."

Bi heman mijarî:

Heşda Şeibî hêzên xwe şûnde vedikişîne
Bombeya ku berê hatibû veşartin di nava Heşda Şeibî de teqiya: 3 kuştî û 5 birîndar
Malikî: Pêwîst e Heşda Şeibî wek hêzeke yedek bimîne
"Heşda Şeibî mala endamekî encûmena Kerkûkê ji xwe re dike biryargeh"
PJAK: Heşda Şeibî projeyeke Îranê ye û divê rê li ber bê girtin
Etîketan:
Berdevkê Heşda Şeibî, Ehmed Esedî, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de