17:40 18 Kanûn 2017
Zindî
    Parlamen - Parlamento - Brîtanya - Îngiltere - Îngilîstan

    Balyozê Brîtaniya yê li Îraqê piştgiriya welatê xwe ji bo Kurdistanê nîşan da

    © Flickr/ Javier Díaz Barrera
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Bi boneya destbikarbûna balyozê nû yê Brîtanya yê li Îraqê, îro li bajarê Hewlêrê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevî cîgirê xwe Qubad Talebanî pêşwazî li Jonathan Wilks ê balyozê nû yê Brîtanyayê kirin. Wilks da zanîn ku wî xwestiye di despêka karê xwe de serdana Herêma Kurdistanê bike û ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê bicive.

    Balyozê nû yê Brîtaniyayê li Îraqê, ji bo qurbaniyên erdheja heftiya borî li Herêma Kurdistanê qewimî, li ser navê Şahjina Brîtanyayê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest. Wiks piştgiriya welatê xwe jî ji bo pêşkeşkirina alîkariyan bi lê qewimiyên wê erdhejê nîşan da. Wilks piştgiriya welatê xwe ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da û ragihand ku Brîtanya dixwaze têkiliyên bi hêz yên di warê siyasî, ekonomî û asayîşê de ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam bin.

    Herwiha Wilks diyar kir ku: "Helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember bûyerên vê dawiyê û xwe dûrxistin ji pevçûnên bi Îraqê re û parastina aramiyê û afirandina atmosferek minasib ji bo destpêkirina danûstandinan bi hikûmeta federal a Îraqê re bilind nirxand û berheviya welatê xwe jî ji bo hevkarî û hevhengiya ji bona destpêkirina diyaloga cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyar kir.

    ‘DAIŞ DI WARÊ LEŞKERÎ DE ŞIKESTIYE'

    Willex aşkere kir ku; "Rêxistina DAIŞ di warê leşkerî de şikestiye, lê fikir û hizira wê rêxistina her maye û ji bo bi dawîkirina wê, divê ji berê zêdetir têkiliyên navbera Brîtaniya û Herêma Kurdistanê di hemû waran de pêşxistin werin pêşxistin.

    Nêçîrvan Barzanî jî pîrozbahî li Jonathan Wilks kir ku wekî balyozê nû yê Brîtaniyayê li Bexdayê dest bi karê xwe dike û ji kar û xebatên wî re serkeftin xwest. Barzanî herwiha piştgiriya hikûmeta Herêma Kurdistanê jî nîşan de ku piştevanî û hevkariyê bi Wilks re bike. Barzanî careke din tekîd li ser helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku dixwaze digel Bexdayê dest bi diyalogeke cidî bikin û li ser bingeha destûra Îraqê hemû pirsgirêkan çareser bikin diyar kir ku pêwiste Brîtaniya û civaka navdewletî ji bona destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê piştevan û alîkar bin.

     

    Bi heman mijarî:

    Brîtanya: Me peymana YPG û DAIŞê qebûl nekir, lê mebest rizgarkirina sivîlan bû
    ‘Rûsya, Amerîka û Brîtanya têkoşîneke mezin ji bo petrola Kerkûkê didin'
    Li Brîtanya kesekî çekdar gelek kesên din rehîn girtîne
    Berdevkê Pêşmerge: Amerîka Brîtanya û Almanya dê pêşmerge perwerde bikin
    Trump mijara Sûriyeyê bi Brîtanya û Almanyayê re gotûbêj kir
    Brîtanya: Dijberiya Tirkiye û YPGê ne li gorî berjewendiyên me ye
    Brîtanya em raste rast pişgiriyê didin vê êrîşê
    Etîketan:
    leşkerî, Brîtanya, Jon Willex, Qubad Talabanî, Nêçîrvan Barzanî, Herêma Kurdistan, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de