01:23 19 Kanûn 2017
Zindî
    Hêzên Pêşmerge Kerkûkê

    Grûba Birayetî ya meclisa Kerkûkê biryara xwe ya ji bo civînê da

    © REUTERS/ Ako Rasheed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Grûba Birayetî ya Meclisa Bajarê Kerkûkê biryara xwe ya ji bo civînê da û ragihan ku ew ne amade ne civîna Meclisa Bajarê Kerkûke li navenda Kerkûkê pêk bînin.

    Serokê Grûba Birayetî ya Meclisa Bajarê Kerkûkê Mihemed Kemal ku bi ser lîsteya PDKê ve ye di axaftina xwe de got: "Civîna pêşiya me ya Meclisa Bajarê Kerkûkê em li navenda Kerkûkê saz nakin. Em ne amade ne civînê li Kerkûkê lidar bixin."

    Kemal di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ya herî baş ku civîn li Koyê an jî li Hewlêrê were lidarxistin. Em naxwazin herin Qerehencîrê civînan bikin. Li gorî nêrîna me Kerkûk hatiye dagirkirin."

    Herwiha endamê Grûba Birayetî yê bi ser YNKê Ehmed Esker jî got: "Eger civîn li Kerkûkê neyê kirin, endamên ereb û tirkman ne amade ne, li derveyî Kerkûkê beşdarî civînan bibin. Dibe ku civîn li Kerkûkê bihê sazkirin û çend endamên Grûba Birayetî jî beşdar nebin."

    Bi heman mijarî:

    YNKê ji bo Kerkûk û Xurmatûyê bangî Ebadî kir
    'Du lîwayên leşkerî dê biçin Kerkûk û Xurmatûyê'
    Rêbwar Talabanî: Kerkûk tê Şiîkirin
    "Sê dewletan li ser statûya Kerkûk, Xurmatû û Tileferê li hev kiriye"
    Parlamento îro bi mijara Kerkûk û êrişa Haşdî Şabî dicive
    Hejmara kurdên ji Kerkûk û Xurmatûyê koçber bûn eşkere bû
    Etîketan:
    YNK, PDK, Meclisa Bajêr a Kerkûkê, Ehmed Esker, Mihemed Kemal, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de