05:43 23 Hezîran 2018
Referandûm - Kurdistanê

Hewlêrê ji bo Tehranê hişyar kir: Ev dê bibe sedema şerekî mezin

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Berpirsê têkiliyên derve yên Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragihand ku eger pêşî li mudaxeleya Îranê ya li herêmê neyê girtin dibe em bi şerekî mezin re rû bi rû bimînin.

Berpirsê têkiliyên derve yên Herêma Kurdistanê Felah Mistefa tevlî panela bi ser navê ‘Ji nû ve avabûna Rojhilata Navîn û ji şerê navxweyî ber bi civaka sivîl' a foruma Ewlehiya Navneteweyî ya Halifaxê bû. Mistefa di panelê ragihand ku dibe li herêmê şerekî nû çêbibe û raya giştî ya cihanê hişyar kir.

Felah Mistefa di axaftina xwe de qesta Îranê kir û got: "Divê pêşiya we were girtin ku bes bikaribe mudaxeleya welatên din bike. Lewra piştî têkçûna şerê DAIŞê wê li herêmê şerêkî nû dest pê bike."

Mistefa di berdewamiya axaftina xwe de got: "Iraq ji nirxên xwe yên demokratîk û ji şeklê xwe yê federal dûr dikeve û ber bi Îslamî-mezhebiyetê ve diguhere. Ti pêşerojeke kurdan di nava Iraqê de nemaye."

Bi heman mijarî:

‘Em ê Kurdistanê ji vê pêvajoya dijwar xelas bikin'
Ji Çekyayê biryara Herêma Kurdistanê
Dadgeha Federal a Iraqê ji bo referandûma Kurdistanê kom dibe
Iraq dê budçeya Herêma Kurdistanê ya ji bo sala 2018an biguherîne
Musa Kaval: Tirkiyê nîşan da ku ne dostê Kurdistanê ye, lê divê pêwendî bidomin
Etîketan:
Berpirsê têkiliyên derve yên Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa, Kurdistan, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de