13:49 18 Kanûn 2017
Zindî
    Réféendum au Kurdistan irakien

    Ji Çekyayê biryara Herêma Kurdistanê

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    4 Pêşmergeyên ku di şerê dijî DAIŞê de birîndar bibûn û li welatê Komara Çekyayê dihatin dermankirin vegeriyan Kurdistanê. Konsola Çekya ya li Kurdistanê û hinek rêvebirên herêmê pêşwaziya Pêşmergeyan kir.

    Konsolosa Çekyayê ya li Kurdistanê Eva Drdakova piştî pêşwazîkirina pêşmergeyan di axaftina xwe de got: “Di çarçoveya koalîyona navneteweyî ya tekoşîna şerê dijî DAIŞê de 5 pêşmergeyên ku birîndar bibûn li Çekyayê dihatin dermankirin.”

    ALÎKARIYA WELATÊ ME DÊ BIDOME

    Eva Drdakova di berdewamiya axaftina xwe de got: “5 pêşmergeyên birîndar ji 23ê Îlonê ve piştî dermankirina 50 rojî 4 ji wan bi rêya balafireke leşkeri ya Bexdayê gihîştin Hewlêrê. Piştî qedandina dermankirina pêşmergeyê mayî dê ew jî vegere welatê xwe.”

    Drdakova di dirêjiya axaftina xwe de ragihand ku wê alîkariya Çekyayê bo Pêşmerge û Herêma Kurdistanê dewam bike.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Dewleta Çekyayê: Vexwendina Pûtîn bo min wekî xelatê ye
    Dr Yekta Uzunoglu li Çekyayê hat girtin
    Serokê Çekyayê: "Ez amade me pêşniyara hevdîtinê li Pûtîn û Trump bikim"
    Serokdewletê Çekyayê Zeman: Ez ajanê Kremlînê me
    Di pêşbirka Rûsya û Çekyayê de pevçûn derket
    Etîketan:
    Konsolosa Çekyayê ya li Kurdistanê, Eva Drdakova, Kurdistan, Çekya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de