00:36 18 Kanûn 2017
Zindî
    Referandûma Serxwebûna Kurdistanê

    Hewramî: Referandûma serxwebûnê bi ti awayî nayê hilweşandin

    © REUTERS/ THAIER AL-SUDANI
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şîretkarê Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Hêmin Hewramî ragihand ku bi hîç şêweyekê referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê nayê hilweşandin.

    Hewramî li ser encamên referandûma 25ê Îlon a 2017an ku ji 93%î dengê ‘belê' bo serxwebûna Herêma Kurdistanê hatibû dayîn di daxuyaniyeke nivîskî ya ser rûpela xwe ya Facebookê de got, "Dengê 3 milyon mirovên Kurdistanê bo serbixweyiyê biryareke hîç saziyek nikare helweşîne ye.'

    ‘TI SAZIYEKE KU BIRYARA GELÊ KURDISTANÊ HILWEŞÎNE NÎNE'

    Hewramî da zanîn, dibe ku referandûm berî niha hatiye encamdan, lê belê her tim bo pêşerojê ye ku dibe encamên wê bên sirkirin yan paş xistin, lê hîç saziyeke şerîet û karîn nîne refrandûmê hilweşîne, ji ber ku biryara gelê Kurdistanê ye.

    Şîretkarê Barzanî got, ‘Herwiha biryara rêzgirtina hikûmeta herêma Kurdistanê ji şîroveya maddeya yekê ji destûra Iraqê re ji aliyê dadgeha federal, ramana hilweşandina referandûmê nîne. Ji ber ku her di maddeya yekê ya destûra Iraqê de, bi eşkereyî basê merca mana Iraqê bi pêgîrbûn bi destûrê dihêt li ser binaxa yekîtiya hêzan a di navbera Kurd û Ereban de.'

    Hewramî di berdewamê de da zanîn, "Di danûstanên dahatî de bi dehan maddeyên destûrê û badek û pirsên din hene ku wê yekê diselimînin çawa desthilatdarên Bexdayê hîç bihayek bo nemaye û li gorî pîverên berjewendiyên xwe yên mezhebî û olî û şovenî tiştan dipîvin.'

    ‘REWŞA NIHA DEMKÎ YE'

    Şîretkarê Barzanî bal kişand ser ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dibe ji xiyaneta 16ê Cotmehê hêzê distîne, lê ev rewşa niha demkî ye wê bidawî bibe û navçeyên Kurdistanê ku hatine dagîrkirin bi hîç awayekî herwekî çawa hewla bi Erebkirin û Be'sîkirin û çolkirina wan bo dema 35 salan ser neket, niha jî dagirkerî û sepandina emrî waqî ser nakeve û her zû wê bê jinavbirin.

    'BARZANÎ BERÎ REFERANDÛMÊ JÎ GOTIBÛ, DÊ NAVÇEYÊN MADEYA 140 DAGIR BIKIN'

    Hewramî di beşeke din ya daxuyaniya xwe de wiha got: "Serok Barzanî berî referandûmê ragihand, referandûm bihê kirin yan na, bernameya desthilatdarên Bexdayê ew e wê êriş bikin ser Kurdistanê û navçeyên maddeya 140 dagir bikin û ew tiştên ku sala par li Tuzxurmatuyê rû dan wê demê referandûm nebû û paşxistina rizgarkirina Hewîce bo mebesta komkirina hêzên bêtir bû li nêzî Kerkûkê û peywendî bi referandûmê ve nebû, lê bernameya wan ji bo dagirkirina navçeyên Erebandî bû.'

    Bi heman mijarî:

    Ji bo bîranîna Andrey Karlov fonda alîkariyê tê vekirin
    ‘Radara ku difire' ya nû ya Rûsyayê cara ewil firiye
    Le Monde: Kurd amade ne li ser pêşeroja xweserîya xwe bi Moskowê re li hev bikin
    Otomobîla xwe ya ku li cihê parkê ji bîr kiribû, piştî 20 salan dît
    Cemîl Bayik bo operasyona Qendîlê: Bila bên kesî destê wan negirtiye
    Malikî: Pêwîst e Heşda Şeibî wek hêzeke yedek bimîne
    HSDê li Dêra Zorê 8 Kurdên Êzîdî rizgar kirin
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de