13:34 18 Kanûn 2017
Zindî
    Mesud Barzanî - Recep Tayyip Erdogan

    Musa Kaval: Tirkiyê nîşan da ku ne dostê Kurdistanê ye, lê divê pêwendî bidomin

    © REUTERS/ Kayhan Özer/Presidential Palace/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 10

    Mamosteyê zanistên siyasî Dr. Musa Kaval têkçûna têkiliyên herêma Kurdistanê digel Tirkiyê, sedemên nizmbûn û bilindbûna wan peywendiyan û pêşeroja wan ku wê çawa be, ji Sputnîk Kurdistanê re nirxandin.

    Dr. Musa Kaval da zanîn, di siyasetê de gelek tişt çêdibin ew jî girêdayî rewşê ne û got, ‘Eger rewş hat guhertin peywendî jî tên guhertin.'

    'QONAXA NÛ YA PÊWENDIYAN DÊ LI SER BERJEWENDIYAN BE'

    Pisporê zanista siyasetê Kavala da xuyakirin ku her çiqas Tirkiyê pişta xwe daye Kurdan jî, ew bawere peywendiyên herêma Kurdistanê û Tirkiyê berdewam bin û wiha axivî:

    ‘Ji ber ku her du aliyan pêwîstiya wan bi hev heye, lê qonaxa nû ya peywendiyên wan dê li ser binemayê berjewendiya be, ne wekî bawerî ji ber ku cudahiyek heye ku mirov baweriyeke reha bike yan li gor berjewendiya peywendiya çêbike û têkiliyên di navbera welatan de jî her tim li ser şengistê berjewendiyane, ne wekî li ser binemayê dostatiyê. Ji ber ku dostatî girêdayî bi berjewendiya û berjewendî jî li gor dem û serdema tên gurhetin.'

    'XUYA BÛ KU TIRKIYE NE DOST E'

    Kavala got, ‘Tirkiyê çend caran helwest li dijî herêma Kurdistanê wergirtiye, li dema DAIŞ hat alîkariya herêmê nekir. Li dema kurd gelek bi pêwîst bûn alîkariya wan nekir û li vê dema dawiyê ligel referandûmê Tirkiye wiha xwe nîşan da ku ne dost e, berjewendiyê dixwazît û li dema ala Kurdistanê li Kerkûkê rakirin Tirkiye berî her kesekî li dijî rawestiya û gef kir ku bi vê yekê wiha cewherê siyaseta derve ya Tirkiye xuya bû ku Tirkye ne dost e û Tirkiye herêm bo xwe wekî dostekê ciddî nedîtiye. Wekî hevkarekê bazirganî dîtiye û kurd jî bi vê yekê heybetî bûn. Ji ber ku li demekê de kurdan gelek bawerî bi Tirkiyê hebû, lê xuya bû ku ew bawerî şaş bû ku mirov baweriyê bi siyaseta dewletekê bîne. Ji ber ku siyaseta dewletan her tim girêdayî berjewendiyan e. Demekê berpirsên Tirkiyê axaftinên xweş dikirin û pêşwaziya germ li Serok Barzanî dikirin û ala Kurdistanê di rêwresmên protokolî de didanîn. Ev hemû bo berjewendiya xwe bû. Ji ber ku siyaseta dewleta Tirkiyê derheqê gelê kurd de bi şêweyeke giştî siyaseteke taybet e ku kurdan wekî millet û netewe û gel li gor ramana yasaya navdewletî qebûl nake.'

    'DEMA NÊZBÛNA HILBIJARTINAN TIRKIYE TÊKILIYÊN XWE XWEŞ DIKE'

    Dr. Mûsa Kaval bi bîr xist ku Tirkiye li dema nêzîkbûna têkiliyên xwe bi Kurdan re xweş dike û wiha pê de çû: ‘Her dema hilbjartin li Tirkiyê hebûn û nêz bûn bo şeş mehan yan kêmtir, Tirkiye hewil dide peywendiyên xwe ligel kurdan baş bike ji bo bidestxistina dengan. Ev yek jî li gor lojîka siyasetê karekî rewa ye û Tirkiye weku dewlet şehrezayekî baş li ser vê siyasetê heye.'

    'DESTPÊKIRINA PÊWENDIYÊN NÛ BI TIRKIYÊ RE GIRÊDAYÎ REWŞA ROJHILATA NAVÎN E'

    Kaval li ser pêşeroja têkiliyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê jî got, ‘Bi eqlê selîm û ya pêwîst di vê herêma Kurdistanê jî peywendiyên xwe li ser şengistê berjewendiyan ava bike. Ez bawerim ku herêma Kurdistanê jî niha bûye xwedî serborî û wê bi heman şêweyê peywendiyên xwe destpê bike. Ji aliyekî din pêwîst e herêma Kurdistanê û Tirkiye û welatên hevsoz û dorûberê peywendiyên baş hebin di warê bazirganî û rewşenbîrî û kultûrî de. Destpêkirina peywendiyên herêma Kurdistanê û Tirkiyê bi qonaxeke nû girêdayî rewşa Rojhilata Navîn e, ji ber rewş hin caran wiha dike ku ew peywendî baş bin yan na.'

    Bi heman mijarî:

    Elawî: Iraq bi polîtîkayên mezhebî tê birêvebirin
    HSDê li Dêra Zorê 8 Kurdên Êzîdî rizgar kirin
    ‘Radara ku difire' ya nû ya Rûsyayê cara ewil firiye
    Le Monde: Kurd amade ne li ser pêşeroja xweserîya xwe bi Moskowê re li hev bikin
    Otomobîla xwe ya ku li cihê parkê ji bîr kiribû, piştî 20 salan dît
    Malikî: Pêwîst e Heşda Şeibî wek hêzeke yedek bimîne
    Cemîl Bayik bo operasyona Qendîlê: Bila bên kesî destê wan negirtiye
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de