17:50 18 Kanûn 2017
Zindî
    Parlamentoya Ewropayê

    Dîlawer Ajgeyî: Em bi parlamenterên Parlamentoya Ewropayê re civîyan

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Yekîtiya Ewropayê Dîlawer Ajgeyî ragihandiye ku li gel çend parlamenterên Parlamentoya Ewropayê civiyaye û raporekê derbarê qurbanî û sûcên Heşda Şabî de pêşkêşî wan kiirye..

    Li gor nûçeya Rûdawê Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Yekîtiya Ewropayê Dîlawer Ajgeyî ragihandiye ku li gel hinek parlamenterên Parlamentoya Ewropayê Civiyayê ji wan re rewşa piştî 16ê Cotmehê ya Herêma Kurdistanê ragihandiye. Di civînê de van parlamenteran cî girtiye: Charles Tannock, Ana Gomes, Lars Adaktusson, Martin Cschirdewan, Anders Primdahl Vistisen û Joseph Waydinholzer.

    Dîlawer Ajgeyî gotiye: "Em li ser rê û rêbazên lobîkirinê û zêdetir agahdarkirina Parlamentoya Ewropayê derbarê pêşkeftinan de axivîne. Derbarê lidarxsitina civînên taybet, karên weke semîner, konferans û pêşangahên de çend biryar hatine girtin û biryara amadekariyan hate dayîn."

    Herwiha Ajgeyî daye zanîn ku wî raporteke bi wêne û agahiyên derbarê qurbanî û sûcên Heşda Şabî û binpêkirinên destûrê de jî pêşkêşî parlamenteran kiriye û me behsa giringiya navbeynkarî û beşdarbûna civaka navdewletî ya ji bo danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kiriye."

    Bi heman mijarî:

    Neteweyên Yekbûyî: Nabe ku Kurdistan ji Iraqê veqete
    Hikûmeta Iraqê: Nebêjin 'Kurdistan', lê bibêjin 'Iraq'
    'Kurdistan dikare bibe pêşengeha mezin a çanda Îranê'
    Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo çi navê 'Kurdistan'ê bi tîpa biçûk dinivîse?
    Kerîm: Di dema herî nêzîk de wê Kurdistan serbixwe bibe
    ‘Kurdistan li hemberî Îran û fikrên tundrew eniyek e'
    Etîketan:
    parlamento, rêbaz, Rûdaw, Dîlawer Ajgeyî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de