22:33 17 Kanûn 2017
Zindî
    Parlamentoya Iraqê

    Hemû parlamentarên fraksiyona PDKê vedigerin Bexdayê

    © AP Photo/ Karim Kadim
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat zanîn ku dê parlamentarên Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yên li Parlamentoya Iraqê vegerin Bexdayê û li rûniştina roja yekşemê ya Parlementoya Iraqê amade bin.

    Serokê Fraksiyona PDKê li Parlementoya Iraqê Erefat Kerem ji televizyona Rûdawê re ragihand: "Beşeke parlementerên fraksiyona me li Bexdayê ne û parlamentarên ku li Herêma Kurdistanê ne jî îşev dê vegerin Bexdayê û beşdarî rûniştina roja yekşemê ya 19ê Mijdara 2017an bibin."

    15 PARLAMENTARÊN KURD BI PIŞTGIRIYA REFERANDÛMÊ Û DABEŞKIRINA AXA IRAQÊ TÊN TOHMETBARKIRIN

    Di rûniştina roja pênşemê ya 16ê Mijdara 2017an a Parlementoya Iraqê de, navê 15 parlementerên Kurdistanê hatin xwendin ku bi piştgiriya dabeşkirina xaka Iraqê û beşdarbûna di referandûmê de hatin tohmetbarkirin. Lê ji ber ku parlementerên Kurd û hin parlementerên Ereb beşdarî rûniştinê nebûne, rêjeya yasayî ya parlementoyê pêk nehat û ji ber vê yekê jî civîna parlementoyê bo roja yekşemê hatibû paşxistin.

     

    Bi heman mijarî:

    Iraq: DAIŞ ji aliyê leşkerî ve qediya
    Demirtaş nivîsî: Dê dahatên kitêba min ji bo perwerdehiya zarok û gêncan werin xerc kirin
    Dr. Xefur Remezan: Barzanî ti caran nebûye darê destê welatên herêmê
    Fransa: Hevpeymanî li dijî peymana bi DAIŞê re bû
    Meclîsa Kerkûkê 21ê Mijdarê dicive
    Brett McGurk û Berhem Salih li Hewlêrê civiyan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de