06:22 21 Gulan 2018
    Endamê berê yê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û şarezayê têkiliyên navnetewî Dr. Nash Xefur Remezan

    Dr. Xefur Remezan: Barzanî ti caran nebûye darê destê welatên herêmê

    © Sputnik /
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 11

    Endamê berê yê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û şarezayê têkiliyên navnetewî Dr. Nash Xefur Remezan got, "Mesûd Barzanî her tim berjewendiya netewî û gelê Kurdistanê li ber çav girtiye û nebûye darê destê cîbicîkirina siyaseta welatên din ên li herêmê.”

    Kerkûk
    © AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
    Dr. Nash Xefur Remezan ji Spûtnîk Kurdistanê re siyaseta Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî ya li Kurdistan û Rojhilata Navîn nirxand û got, "Siyaseta Barzanî ji berî şerê DAIŞê heta niha ron û zelal e û ti caran rê nedaye projeyên welatan ên dijî gelê Kurd."

    ‘BARZANÎ NEKETIYE BIN FIŞARA WELATAN KU PROJEYÊN XWE LI SER KURDAN AVA BIKIN'

    Pisporê Kurd destnîşan kir, "Barzanî her tim li gor berjewendiya netewiya kurdan gav avêtine û nebûye darê destê welatan ku projeyên wan li ser berjewendiya gelê kurd cîbicî bike û neketiye bin fişarên wan welatan ku li ser berjewendiya gelê kurd û xaka wî projeyên xwe ava bikin."

    ‘BARZANÎ LI DIJÎ BERJEWENDIYA GELÊ KURD BI ÎRAN Û SÛRIYÊ RE HEVDÎTIN NEKIRIN'

    Dr. Nash Xefur Remezan bal kişand ser rê xweşkirina projeya avakirina hîlala şîe li Rojhilata Navîn û li ser helwesta Barzanî ya siyasî wiha axivî: "Sebaret daxwazên hikumeta Dîmeşq û Tehranê ji bo sazkirina hevdîtina li gel Barzanî xuya kir, her dema armanca wan hevdîtina di berjewendiya gelê kurd de nebûye Barzanî amade nebûye hevdîtnê bike. Evca ji aliyê Îran û Suryeyê ve bît yan ji aliyê her welatekî din ve bît."

    ‘SIYASETA BARZANÎ HETA NIHA RON Û ZELAL BÛ'

    Siyasetzanê Kurd herwiha da zanîn, "Berî şerê DAIŞê û ta niha siyaseta Barzanî ron û zelal bû û ti caran rê neda projeyên welatan li ser berjewendiya gelê kurd û li ser xaka wî bihên cîbicîkirin û çêdibe ew helwesta wî jî bûye sedema çêkirina gelek pirsgrêk û arîşeyan hem bo Barzanî û hem bo PDKê jî."

    Bi heman mijarî:

    Fransa: Hevpeymanî li dijî peymana bi DAIŞê re bû
    Meclîsa Kerkûkê 21ê Mijdarê dicive
    Tehran: Mossadê hewl daye bernameya navokî ya Îranê têk bibe
    'Rûsya, li Sûriyeyê divê baweriya xwe ne bi Amerîkayê bi Tirkiye û Îranê bîne'
    Li Brîtanyayê balafirek û helîkopterek li hewayê li hev qelibîn
    Şêraniya kurdî ya li Ruhayê tê çêkirin bi awayekî fermî hat tomarkirin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de