04:06 20 Nîsan 2018
    Kerkûk

    Meclîsa Kerkûkê 21ê Mijdarê dicive

    © AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku piştî kontrolkirina bajêr ji aliyê hêzên Iraqî ve, dê yekem civîna Encûmena Kerkûkê hefteya pêş were kirin.

    Serokê Encûmena Kerkûkê Rebwar Talabanî da xuyakirin ku dê 21ê Mijdara 2017an Encûmena Kerkûkê bicive û dê di civînê de, rewşa nû ya Kerkûkê û hilbijartina parêzgarê nû bê gotûbêjkirin.

    Serokê Meclîsa Kerkûkê Rêbwar Talabanî ji 16ê Cotmehê ve anku ji dema Kerkûk hatiye radestkirin bo hikûmeta Iraqê ne li Kerkûkê ye û li ser cihê civîna Encûmena Kerkûkê jî ti zanyarî nedane.

    Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm jî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve ji kar hatibû xistin û piştî ketina bajêr a hêzên Iraqê hejmarek endamên meclîsa bajêr jî terka Kerkûkê kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Tehran: Mossadê hewl daye bernameya navokî ya Îranê têk bibe
    Brett McGurk û Berhem Salih li Hewlêrê civiyan
    'Rûsya, li Sûriyeyê divê baweriya xwe ne bi Amerîkayê bi Tirkiye û Îranê bîne'
    Li Brîtanyayê balafirek û helîkopterek li hewayê li hev qelibîn
    Tu-22yên rûsî sengerên DAIŞê yên li Ebû Kemalê bombebaran kirin
    Şêraniya kurdî ya li Ruhayê tê çêkirin bi awayekî fermî hat tomarkirin
    Mişkên felçbûyî bi saya binşaneyên mirovan meşiyan
    HDPê bersiv da gotinên Erdogan ku gotibû terorîst 15 zarok tînin
    Etîketan:
    Kerkûk, Rêbwar Talabanî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de