18:33 20 Gulan 2018
    Brett McGurk

    Brett McGurk û Berhem Salih li Hewlêrê civiyan

    © REUTERS / Muhammad Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê Brett McGurk û Serokê Lîsteya Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadmendiyê Berhem Salih li Hewlêrê civiyan.

    Îro li bajarê Hewlêrê Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê Brett McGurk tevî Balyozê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Ken Gross serdana Serokê Lîsta Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadmendiyê Berhem Salih kirin.Li gorî daxuyaniyeke ofîsa Berhem Salih, di civînê de serkirdeyê berê yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Mihemed Reûf jî beşdarî li vê civînê kiriye.

    Ofîsa Berhem Salih ragihandiye, ku di civînê de Brett McGurk û Berhem Salih behsa pêşhatên herî dawîn ên siyasî li Herêma Kurdistanê û Iraqê kirin û her du aliyan teqezî li ser pêwîstiya parastina aramiyê û dawî anîna bi tevgerên serbazî û destpêkirina diyalogê di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ji bo çareserkirina pirsgirêkan li gorî Destûrê kirin.
    Hatiye ragihandin ku Berhem Salih di civînê de balkişandiye ser wê yekê ku parastina aramiyê û danûstandina li gorî makezagonê pêwist e bibe derfêta sererastkirina pergala sîyasî û qeyrana niha.

    Roja pênşemiyê Brett McGurk li Hewlêrê li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û herwiha Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî civiyabû.

    Herwiha berî serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê, McGurk li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re jî hevdîtin pêkanîbû.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî bi Brett McGurk re hevdîtin pêk anî
    Brett McGurk çû Silêmaniyê
    Brett McGurk di derbarê kerwana DAIŞê ku berbi Iraqê ve diçe de axivî
    Brett McGurk peyama sersaxiyê bo fermandarê YPGê weşand
    Brett McGurk li ser veguhastina DAIŞê daxuyanî da
    Brett McGurk: Em dema referandûma Kurdistanê rast nabînin
    Etîketan:
    beşdarî, dawîn, civîn, Berhem Salih, Brett McGurk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de