15:44 22 Nîsan 2018
    Hinara Dawî ya Dinyayê

    Besam Mistefa : ‘Ez hewl didim ku ruhê berhema esasî bigihînim xwîneran

    © Sputnik / Fethullah ozmen
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Fethullah Ozmen
    0 30

    Van salên dawî gelek kitêb ji Soranî bo Kurmancî hatin veguhestin û rastî eleqeyeke mezin tên. Kurdên ku bi tîpên Latînî dixwînin jî êdî xwe gihandin berhemên Soranî. Li ser vê yekê wergêr û edîtor Besam Mistefa ji Sputnik Kurdistanê re axivî û got, "Ez hewl didim atmosfer û ruhê ku berhem cara pêşî pê hatiye nivîsandin bigihînim xwîneran"

    Kitebên Bextiyar Elî, Ferhad Pîrbal, Şerko Bêkes, Ebdula Pêşew, Şêrzad Hesen û gelek nivîskarên din yên ku bi zaravayê Soranî dinivîsin di van salên dawî de ji bo Kurmancî hatin veguhestin. Veguhestina van kitêbên di edebiyata kurdî de bû sedema geşedanekê û danustandinên di nav zaravayan de. Yek ji van nivîskarên ku kitêbên wî hatin veguhestin jî Bextîyar Elî yê ku yek ji wan romanûsê ku romanên xwe bi zimanê Soranî û şêwaza realîzma efsûnî dinivîsîne. Romanên wî gelekî tên ecibandin û xwendin û herwiha li çend zimanên biyanî hatine wergerandin. Heya niha 4 romanên Bextiyar Elî ji bo zaravayê Kurmancî ji aliyê Besam Mistefa ve hatin wergerandin. Herî dawî bi berî çendekî kitêba Bextiyar Elî ya bi navê ‘Hinara Dawî ya Dinyayê' ku Elî dibêje, "Dema ez bimirim û bêjine min tu yê kîjan romana xwe bi xwe re bibî, ez ê vê romanê bibim" ji bo kurmancî hate veguhestin. Wergêr Besam Mistefa ji Sputnik Kurdistanê re bi taybet li ser vê berhemê û werger û pêvajoya wergerê axivî.

    ‘EV KARÊ MIN JI PÊWISTIYEKÊ DERKET HOLÊ'

    Besam Mistefa diyar kir ev karê wî ji pêwistiyeke derketiye û holê di ber re gelek karên din jî dike û weha berdewam kir: "Min di destpêka karê xwe yê edebî û afirandinê de, bi helbestê dest pê kir. Ji wergêrekî bêtir, di nava ruhê min de helbestvanek heye. Lê ez pir ji wergerê jî hez dikim û bi hebûna xwe tê de dihesim. Tiştê tu dibêjî rast e û ev yek ji kêşe û pirsgirêkên mezin ên wergêr û rewşenbîrên Kurd bi giştî ye. Ji ber ku hîn jî wek mînak wergêrên Kurd nikarin tenê bi wergêriya xwe bijîn û debara xwe bikin. Lewma pêvajoya wergerê di rewşeke wiha de hîn zehmettir û dijwartir dibe. Li vir kêşeya demê derdikeve holê. Êdî ji min re ev kar dibe wek karê duyemîn, tevî ku pêwist bû karê yekem û sereke be. Bi rastî, min ne tenê pirtûkên Bextiyar Elî ji Soranî kirine Kurmancî, lê yên kesên din jî wek Ferhad Pîrbal, Eta Nehayî, Şêrzad Hesen û hin kesên din. Lê eşkere ye ku bêtir berhemên Kurmancî yên Bextiyar Elî hatin hezkirin û pêşwazîkirin. Ez guhastina berheman ji Soranî ji bo Kurmancî wek werger bi wateya zanistî û rasterast nabînim. Herçiqasî gelek taybetiyên wergerê jî li xwe digre, lê ev karê min ji pêwistiyekê derket holê. Min pêwist dît Kurdên zarava û parçeyên din ji berhemên hêja yên Bextiyar Elî û kesên din mehrûm û bêpar nemînin. Lê ez wergerê ji zimanê ingilîzî û erebî jî ji bo Kurmancî dikim. Herwiha ez gotaran dinivîsim û helbestan jî dihûnim û dixwînim. Ango karê min ne tenê guhastina berheman ji Soranî bo Kurmancî ye. Jixwe wek te jî got ez li Rûdawê kar dikim û yekemîn Kurdê Rojavayê Kurdistanê me ku li Rûdawê dixebite. Êdî wek encam, pirsgirêka demê ya herî biêş û berçav e."

    Bextiar Elî
    © Sputnik / Fethullah Ozmen
    Bextiar Elî

    'HERIKBARÎ LI BA MIN JI HEMÛ TIŞTÊN DIN GIRINGTIR E'

    Mistefa derbarê serkeftina wergerê de axifî û weha got: "Bi giştî, werger çiqasî xweş û serkeftî jî be, dîsa xweşiya ziman an zarava resen ji wergerê xweştir e. Di guhastina Hinara Dawî ya Dinyayê de, wek hemû karên din, min hewl da ez nameya nivîskar bi emanetî û rast û dirustî bigihînim xwînerên Kurmancî. Çimkî Bextiyar Elî bi xwe jî pir ji vê romanê hez dike û berhemeke taybet e, min jî hewl da bi pêvajoyeke aramtir û hêdîtir li ser wê kar bikim. Ez dikarim bêjim mirov di dema xwendina Kurmanciya wê de, hinek caran hest dike ku berhem bi Kurmancî hatiye nivîsandin. Herikbarî li ba min ji hemû tiştên din girîngtir e. Nabe zimanê romanê zimanekî sar û ferhengî be. Divê zimanê jiyanê be, biherike û mirov li ber xwe bibe. Lê bêguman di hin cihên din de, xwîner pê dihise ku ev "werger" e. Ya girîng ew e ku ruh û peyama romannivîs heta hedekî pir baş gihiştiye xwînerên Kurmancî."

    ‘TIŞTÊ BALA MIN KIŞAND BEXTIYAR ELÎ XWE DUBARE NAKE'

    Mistefa teqez dike ku Bextiyar Elî herî zêde ji vê berhema xwe hez dike û carekê gotibû ku eger ew bimire û bihêlin ew berhemeke xwe bi xwe re bibe dinyaya din, ew dê vê romanê tenê bi xwe re bibe û weha pê de diçe: " Min jî pir ji vê berhema wî hez kir. Tiştê bala min kişand ew e ku Bextiyar xwe dubare nake. Rast e ruhekî taybet û stîleke taybet ya nivîsandinê li ba wî hene ku nêzîkî şêweya Realîzma Efsûnî ye, lê her berhemeke wî tam û xweşiyeke xwe ya cihêreng heye. Min pir ji yekemîn romana wî Mergî Taqaney Duyem jî hez kir. Dema min cara pêşî xwend, tevzînokan avêt can û bedena min û ez mitûmat bûm. Min hest kir peyvên Bextiyar bi goşt û xwîn in û dê niha ji pirtûkê derkevin û li dinyayê biqîrin û hawar bikin. Rabû ez bi wî re axivîm û min jê re ev hestên xwe gotin. Herwiha min jê re got nêzîkbûneke mezin di navbera stîla te û ya Gabriel Marquez de heye. Wî jî got rast e. Lê helbet ew romana Bextiyar xwedî nasnameyeke taybet e û bi rastî pir hêja û xweş e."

    'PÊWENDIYEKE BERDEWAM DI NAVBERA MIN Û BEXTIYAR ELÎ DE HEYE'

    Besam Mistefa li ser têkiliya di navbera nivîskar û wergêr de jî axifî û weha got: "Bêguman di dema karkirina li ser berhemên wî de, pêwendiyeke berdewam di navbera min û Bextiyar Elî de heye. Ez li Hewlêrê dijîm û Bextiyar li Almanyayê ye. Pêwendiya me bi riya Facebookê û telefon û tişên wiha pêk tê. Bêtir dema hinek hevok an peyv li min asê dibin, ez ji wî pirs dikim û ew jî wan ji min re zelal dike. Helbet ew pir kêfxweş e ku berhemên wî bibin Kurmancî. Carekê ji min re got, ku dema berhemên min dibin Kurmancî, girîngtir e ku bibin almanî û ingilîzî. Qasî ez wî nas dikim, Bextiyar mirovekî pir qenc û delal e. Mîna gulekê nazik e. Dengê wî pir aram e, dema ez pê re diaxivim nizanim çima kela girî dikeve qirika min!"

    Ape min Cemşîd Xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir
    © Sputnik / Fethullah Ozmen
    Ape min Cemşîd Xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir

    ‘EZ BI KURMANCIYA XWE WERDIGERÎNIM'

    Mistefa herwiha derbarê hin rexneyên li ser berhemên ku wî veguhastina axivî û got ez bi kurmanciya xwe werdigerînim, divê hinek kes fêhm nekin û weha pê de çû: "Dostoyevsky dibêje li hember rexneyê berevaniya berhemên xwe neke! Guman tê de tune ku ti kar û îşek bê kêmasî nîne. Eger mirov bixwaze şaştî û kêmasiyan neke, divê ti karî neke"

    'KÊMASIYA EDÎTORIYÊ JÎ HEYE'

    Mistefa bal kişand ser wê yekê ku li gel kêmasiyên wergêr kêmasiyên edîtoryal jî hene û weha berdewam kir: "Helbet kêmasî girêdayî min bi xwe ne, lê kêmasiya edîtoriyê jî heye. Divê weşanxaneyên kurdî bêtir guh bidin edîtoriya berheman. Çiqasî Kurmanciya min baş be, nabe bê edîtorî û serrastkirin bimîne. Lê bawer bike, hîn rexneyeke kurdî ya zanistî û kûr peyda nebûye. Mebesta min rexneyeke ku mirov sûdê jê bibîne û di berhemên nû de kêmasiyên xwe kêmtir bike. Her mirovek ked û hewldana xwe dike. Ev jî ked û hewldana min e. Ez bi Kurmanciya xwe werdigerînim. Jixwe wê hin kes jê hez bikin û hin kes jê hez nekin. Lê dema pêşwaziyeke ewqasî germ li Kurmanciya wan berheman tê kirin, ev nîşana çi ye gelo? Ewên ku pir ji Bextiyar hez dikin û bi serê wî sond dixwin, ma qey Soraniya berhemên wî xwendine! Êdî çawa berhemên wî xweş in û hêjayî xelata Nobelê ya edebiyatê ye eger wergera wan xirab bûya?! Eger wergera wan nehata fêmkirin, çawa sûd ji Kurmanciya wan tê dîtin û ji bo zimanên din ên wek erebî û tirkî tên wergerandin?

    ‘KÊMASÎ HENE LÊ DIVÊ REXNE ZANISTÎ BE'

    Mistefa da zanin ku di wergerê de divê ku kêmasî hebin û weha berdewam kir: "Çawa bi dehan nivîsar û lêkolînên Kurmancî li ser wan tên nivîsandin û naveroka wan tê şîrovekirin, eger werger ne baş bûya? Baş e, ez ji we pirs dikim, eger werger xirab e, çima berhemên Bextiyar ên bi Kurmancî cihê xwe di nav lîstên berhemên herî zêde tên firotin de digrin? Çima xelk bi salan li benda derketina wan dimîne? Çima heta niha Cemşîd xan û Êvara Perwaneyê du caran hatine çapkirin? Wek min got kêmasî hene. Lê divê rexne zanistî be, wek mînak bi riya lêkolînekê yan nivîsekê be û armanc jê,  ne hevdu kêmkirin be. Gelek kesên ku wergera min rexne dikin, eger bi tesadufî ez rastî postên wan û rûpelên wan di Facebookê de bêm, ez dibînim ew ji kurdî bêtir bi zimanê "şildim bildim" dinivîsin! Lewra fikar û gumanên mezin li ser rexneyên bi vî rengî hene. Kes di ser rexneyê re tune. Lê nabe mirov neheqiyê li hev bike û keda hevdu bide ber bayê! Me rexne şaş fêm kiriye keko. Rexne ne şikandin û biçûkxistina hevdu ye. Rexne eger rast û zanistî be, asoyên nû li pêşiya wergêr û nivîskaran vedike. Ya girîng ew e ez wergerê bi emanetî dikim, ne ji bo ti kes spasiya min bike. Her kes azad û serbest e ji wergera min hez bike yan neke. Lê ya sereke ew e ez wijdana xwe rehet bikim ne ya ti kesê din."

    'DI DORÊ DE KITÊBA ETA NEHAYÎ HEYE'

    Besam Mistefa pêvajoya hilbijartina kitêbekê jî vegot û weha berdewam kir: "Hilbijartina pirtûkan bi hevkarî di navbera min û weşanxaneyê de pêk tê. Piraniya kitêbên ku min ew ji Soranî kirin Kurmancî, bi riya girêbestekê bûn di navbera min û Weşanxaneya Avestayê de bi rêveberiya kekê Abdullah Keskîn. Jixwe navên diyar û xuya di edebiyata kurdî ya Soranî de hene û naskirî ne. Em hewl didin berhemên wan veguhêzin ser Kurmanciyê. Li gor girêbesta min û Rêveberê Weşanxaneya Avestayê kekê Abdullah Keskîn, pirtûka dawî ku divê ez bikim Kurmancî, romaneke pir hêja û xweş a Eta Nehayî ye bi navê Girewî Bextî Hellale û hûn poşman nabin ji niha ve li benda wê bimînin. Ez ê di demele nêzîk de dest bi guhastina wê bikim."

    'DIVÊ WERGER BI EMANETÎ Û RAST Û DIRUSTÎ BÊ KIRIN'

    Herwiha Mistefa derbarê çawaniya wergerê de jî axivî û got di wergerê de, ez bêtir hewl didim atmosfer û ruhê ku berhem cara pêşî pê hatiye nivîsandin bigihînim xwînerên wê yên nû û wisa dawî li axaftina xwe anî: "Nav ne girîng in, lê berê jî min navê vî karê xwe kiribû Zayîna Duyem. Ango wek zarokek du caran ji heman malzarokê derkeve û were jiyanê. Pêşî, ez berhemê bi ziman an zarava wê ya resen bêtirî 2-3 caran dixwînim û naveroka wê baş fêm dikim. Piştre ez dest bi guhastina wê dikim ji bo Kurmanciyê. Piştî ku ez xilas dikim, ez Kurmancî û Soranî didim ber hev û piştre jî ez tenê Kurmanciya wê dixwînim û hewl didim kirasekî Kurmancî li bejn û bala wê bikim û heta ji min tê wiha dikim ku berhem wek bi Kurmancî hatibe nivîsandin diyar bibe. Êdî wê çaxê ez wê dişînim ji weşanxaneyê re. Ez wergera peyv bi peyv nakim. Lê ez hertim ji reseniya berhemê dûr nakevim. Kêm û zêdehiyan ji ber xwe ve lê zêde yan kêm nakim. Divê "werger" bi emanetî û rast û dirustî bê kirin."

     

    Bi heman mijarî:

    Di festîvala sehafan de kitêbên kurdî balê dikşînin
    Îsal ji bo Festîvala Çandî ya kurdan destûr hat dayîn
    Li Koln a Almanyayê festîvala 'Referandûma Serxwebûna Kurdistanê' hat lidarxistin
    Festîvala navnetewî ya şerabê destpê kir
    Li bajarê Şino festîvala gêlasan
    Festîvala ku bi gumana ‘êrîşa terorê’ rawestiya bû dê berdewam bike
    Ji bo festîvala muzîkê alarma êrîşa terorê hat dayîn
    Etîketan:
    gelek, kitêb, taybet, Bextiyar Elî, Abdulah Keskin, Besam Mistefa, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de