07:30 22 Gulan 2018
    Bajarê Kerkûkê

    "Heşda Şeibî mala endamekî encûmena Kerkûkê ji xwe re dike biryargeh"

    © AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê yê Koma Biratî û Pêkvejiyanê Mihemed Kemal duh pêncşemê ragihand ku "hîn jî operasyonên talankirinê li parêzgehê dewam dikin û Heşda Şeibî dest daniye ser mala wî û ew kiriye biryargeh ji xwe re.

    Referandûma Serxwebûna Kurdistanê - Keleha Kerkûkê
    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kemal di malpera fermî ya PDKê de ragihand ku endamekî encûmê ji wan daxwaz kiriye ku encûmen ji dêvla Hewlêrê li Kerkûkê bicivin ji ber rewş li Kerkûkê niha asayî ye û wiha dewam kir: Min jê pirsî bê dikare tankan derxîne. Wî jî got nikarim. Min jî gotê ku em nikarin vegerin bajarekî ku hêzên dagirker li kolanên wê digerin."

    Hêjayî gotinê ye ku Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê Elî Ewnî duh ji Spûtnîk Kurdistanê re axivîbû û diyar kiribû rewşa Kerkûkê ne asayî ye lewra venagerin û heta ku rewş asayî nebe jî dê venegerin. Ewnî wiha got: "Kerkûk hatiye dagirkirin ji aliyê Heşda Şeibî û milîsên wê ve. Ji aliyê qanûnî ve, ne durist e, PDK vegere cihekî ku hêzên neqanûnî lê ne. Ji bo vegere jî, divê rewş were asayîkirin."

    "VEGERA KERKÛKÊ TÊ WATEYA QEBÛLKIRIN"

    Herwiha Endamê Parlementoya Kurdistanê Şaxwan Ebdullahî ji televizyona K24ê re axivî û got: "Vegera encûmenê bo parêzgeha Kerkûkê tê wê wateyê ku rewşa heyî û bûyerên 16ê Cotmehê qebûl dikin. Ji bo veherin, divê misogerî ji bo jiyana wan hebin."

    Ewnî li ser vê mijarê jî ji Spûtnîkê re gotibû: "PDK bi du şertan dê vegere Kerkûkê; yan dê rewşa Kerkûkê vegere wek berî 16ê Cotmehê yan jî dê madeya 140î were sepandin."

    Li gorî nûçeya Al Qudsê, Berdevkê Serkirdeyetiya PDKê Endan Kerkûkî gotiye, "hîn pirsa posta parêzgarê Kerkûkê di navbera PDK û YNKê de çareser nebûye.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Neteweyên Yekbûyî: Nabe ku Kurdistan ji Iraqê veqete
    Hikûmeta Iraqê: Nebêjin 'Kurdistan', lê bibêjin 'Iraq'
    Hikûmeta Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê biryareke din stend
    Iraqê dê çiqas muçe bide Hêzên Pêşmerge?
    Iraqê ji bankayên taybet xwest ku hemû beşên xwe yên Kurdistanê bigirin
    'Li Iraqê 512 hemwelatiyên Rûsyayê hatin girtin'
    Etîketan:
    Mihemed Kemal, hewlêr, Hewlêr, Kurdistan, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de