22:04 19 Nîsan 2018
    Erdhej

    Ziyanê erdheja Helebçeyê eşkere bû

    © REUTERS / Guillermo Granja
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Cîgirê Waliyê Helebçeyê Kawa Elî ziyanê erdheja ku bajêr kiribû eşkere kir. Li gorî daxuyaniya Elî di erdhejê de zêdetirî 560 kesî birîndar bûn û 645 avahî zirar dîtin.

    Cîgirê Waliyê Helebçeyê Kawa Elî di axaftina xwe de got: "Li gorî daneyên berdestê me, di erdhejê de heta niha 560 kes birîndar bûn, lê bi giştî rewşa birîndaran baş e."

    Kawa Elî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li sînorê bajarê Helebçeyê zêdetirî 645 avahî di erdhejê de zirar dîtin. Ji van avahiyan 23 jê dibistan in û li 3 dibistanan ji ber zirara zêde perwerdehî nayê kirin."

    Li gor daxuyaniya Elî, di erdhejê de 3 nexweşxane û sîstema avbelavkirinê jî zirareke mezin dîtiye.

    Bi heman mijarî:

    Mamostayên Germiyan û Derbendîxan dibistan boykot kirin
    Erdhejê 17 milyon dolar zirar da bendava Derbendîxanê
    Barzanî û Talebanî serdana Derbendîxanê kirin
    Hemû bendavên Kurdistanê zirar dîtine lê ya Derbendîxanê ya herî zêde ye
    Etîketan:
    Cîgirê Waliyê Helebçeyê, Kawa Elî, Helepçe, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de