14:49 19 Nîsan 2018
    Partidarios del referéndum en el Kurdistán iraquí

    Piştî Barzanî, çi li pêşberî nifşê nû yê serokên Kurdistanê ye?

    © REUTERS / Ako Rasheed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê yê berê Mesûd Barzanî nexwest ku dema serokatiya wî were dirêjkirin û dest ji kar berda û desthilata wî li ser parlemento, hikûmet û dadweriyê hatine parvekirin, siyaseta nû ya Herêma Kurdistanê bû mijara nîqaşê. Nivîskar û rojnamevanê sûrî Xorşîd Dilê derbarê mijarê de nivîsî.

    Referandûma Serxwebûna Kurdistanê - Keleha Kerkûkê
    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Piştî ku Serokê Herêma Kuristanê yê berê û Serokê PDKê Mesûd Barzanî nexwest ku dema serokatiya wî were dirêjkirin, gelek pirs hatin kirin derbarê siberoja herêmê de û ew mîrata ku Barzanî ji kesên li dû xwe re hiştiye.

    "BARZANÎ, MÎRATEKE GIRAN LI DÛ XWE HIŞT"

    Rojnamevan û nivîskarê sûrî Xorşîd Dilê di malpera Al Jazeereyê de nivîsek bi navê "Kurdistanê Iraqê…di navera mîrata Barzanî de û nifşê zarokan de" derbarê rewşa kurdan piştî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de nivîsî.

    Xorşîd diyar dike ku "çûna Barzanî mîrateke giran ji Herêma Kurdistanê re hişt ku qeyraneke aborî heye, kurd di nav xwe de dabeş bûne, daxwazên hikûmeta navendî li Bexdayê roj bi roj zêdetir dibin û herwiha li ser asta herêmî û navdewletî jî gelek zehmetî li pêşberî wê hene."

    "BARZANÎ NEDIXWEST WIHA DEST JI SEROKATIYÊ BERDE"

    Nivîksarê sûrî dibêje ku Barzanî nedixwest bi wî awayî dest ji meqama xwe berde lê dixwest ku wek yekem serokê kurd ê ku dewleteke serbixwe di serdema nû de ava kiriye dest jê berde, lê piştî jidestdana Kerkûkê hesabê malê û sûkê li hev nehat."

    "ENCAMÊN REFERANDÛMÊ MEZINTRÎN ASTENGÎ YE"

    Xorşîd dibêje ku balê dikişîne ser wê yekê ku referandûmê nekarî piştgiriyeke herêmî ya navdewletî bigire û barekî giran danî ser pişta birêveberiya herêmê û wiha pê de diçe: "Li gel ku Barzanî dikare bibêje, li gek hemû fişarên navdewletî jî, di pêkanîna referandûmê de bi ser ket jî lê encamên referandûmê îro mezintirîn asteg e li pêşberî Herêma (Kurdistanê) ji ber eger jê vegere dê  'xiyanet' be li viyana bêtirî jii 90% ji kesên ku dengê erê ji bo cihêbûnê dabûn. Lê dîsa jî zehmet e ku Barzanî xwe bi encamên referandûmê bigire, ji ber Bexda red dike û mec danî ku ji bo diyalogê, divê encam werin betalkirin".

    "TIŞTÊ JI ENCAMÊN REFERANDÛMÊ ZEHMETTIR…"

    "Di berdewamiya nivîsê de, rojnamevanê sûrî diyar dike ku tiştê ji encamên referandûmê zehmettir, rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê ye û diyar dike ku li gorî raportan, gelek deyn li Kurdistanê hene ku ji 24 milyar dolarî pêk tê û 4 milyar jê yên Tirkiyeyê ne".

    Erdhej
    © AFP 2018 / Richter magnitude scale
    "PERÇEBÛNA NAVXWEYÎ REWŞÊ XERABTIR DIKE"

    Xorşîd li ser vegotina rewşa herêma Kurdistanê berdewam dike û balê dikişîne ser nakokî û perçebûna navxweyî û diyar dike ku ev perçebûna li ser hemû astên jiyanê pêk tê ku perçebûna di navbera Silêmanî û Hewlêrê de li ser asta siyasî û erdnîgarî heye û wiha dewam dike: "Nakokiyên navbera PDK û YNK û Goran û Yekgirtûya Îslamî bûn sedem ku rewş bigihêje vê astê ku dişibe asêbûneke siyasî û rê li ber çareserkirina qeyrana serokatiya herêmê û hilbijartinên parlemento û serokatiyê girt û herwiha bûn sedem ku êrîşî hev bikin û hevdû bi gendelî, îxanet û despotîzimê tawanbar bikin."

    PIŞTÎ, BARZANÎ TALABANÎ Û NEWŞÎRWAN SIYASET DÊ ÇAWA BE?

    Piştî wefata Celal Talabanî û Newşîrwan Mistefa û destjikarîberdana Barzanî, êdî nifşeke nû ji serokên kurd derdikevin wek "Nêçîrvan Barzanî(Birazayê Mesûd Barzanî), Mesrûd Barzanî(Kurê mesûd Barzanî) û kurên Talabanî Bafil û Qubad.

    Rojnamevanê sûrî dibêje ku zehmettirîn tiştê li pêşberî vî nifşî ew e, gelo çawa dê bikarin rêbazeke nû ya siyasî bimeşînin ku li gorî guherînên nevxweyî û pêwîstiyên guhertina siyasetê bin û herwiha bi awayekî jî li gorî têgeh û pîvanên serdema nû ya siyasî û civakî be û dûrî malbatiyê be û wiha dibêje: Li gel ku her kes Bafilî û rêkeftina wî li gel Qasim Silêmanî(Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Pasdarên Şoreşî yên Îranê) û Heşda Şeibî tawanbar dike jî, lê hêvî heye ku nifşê nû di navbera xwe de ewqasî ne tund bin û nermtir û pragmatîsttir bin di danûstendina xwe li gel Bexdayê û normalîzekirina têkiliyan li gel Enqere û Tehranê."

    Di kampanyaya referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê de jineke Kurd
    © REUTERS / Ronen Zvulun
    PIŞTÎ MESÛD BARZANÎ, ÇAV LI SER NÊÇÎRVAN BARZANÎ NE

    Ji aliyê din ve, nivîskar balê dikişîne ser daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê ku ragihandibû, amade li gel Nêçîrvan Barzan û Qubad Talabanî re bixebitin û wiha dewam kir: "Piştî ku meqamê serokatiya Herêma Kurdistanê vala ma, êdî çav li ser Nêçîrvan Barzanî ne ji ber ew e yê ku dê qonaxa bê bi rê ve bibe. Nêçîrvanê ku zanistên siyasî li Tehranê xwendiye û neviyê damezirînerê Partiya Demokerata Kurdistanê Mistefa Barzanî ye, piraniya desthilata ap û xezûrê xwe Mesûd(Barzanî) stendiye li gel ku serokê hikûmeta kurdî ye jî."

    QUBADA TALABANÎ KESEKÎ ÇAWA YE?

    Derbarê cîgirê Serkwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî de jî, Xorşîd wiha dibêje: Qubad Talabanî yê ku li paytextê Sûriyeyê ya Şamê di sala 1977an de ji dayik bûye û dîplomaya endazyarî li Brîtanyayê destûrdar bûye û li gel pîşesazeke  amerîkî Sherry Grahamê(bi eslê xwe cihû) re zewiciye ku cîgirê serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê ye ku bi aramiya xwe tê nasîn û herwiha siyasetê dûrî sloganan dike".

    Rojnamevanê sûrî diyar dike ku êdî dema kesên wek Mesûd Barzanî û Hêro Îbrahîm çûye.

    Bi heman mijarî:

    Di encama bûyerên li Kerkûkê de 180 hezar kes ji malê xwe bûn
    ‘Rewşa Kerkûkê rewşeke demkî ye'
    Beşek ji Tirkmenên Kerkûkê koçî Herêma Kurdistanê kirin
    Bexda hemû rêvebirên îdarî yên Kerkûkê diguherîne
    Pêşmergeyên xwebexş êrişî navenda asayîşa Kerkûkê kirin: 9 kuştî û 53 birîndar
    Piştî êriş û teqînên Kerkûkê walî ji Ebadî daxwaza hêzeke zêde kir
    Etîketan:
    Qubad Talabanî, Nêçîrvan Barzanî, Amerîka, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de