18:22 19 Nîsan 2018
    Bajarê Kerkûkê

    Hikûmeta Bexdayê li Kerkûkê ji bo darizandina kurdan dadgeha leşkerî ava kir

    © AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hikûmeta navendî ya Bexdayê li Kerkûkê ji bo darizandina kurdan dadgeheke leşkerî ku du endamên wê şieyên ereb û yek jî suniyê ereb e damezrand.

    Hêzên Taybet ên Parastinê li Kerkûkê
    © AFP 2018 / MARWAN IBRAHIM
    Hikûmeta navendî ya Bexdayê li Kerkûkê ji bo darizandina kurdan dadgeheke leşkerî ku du endamên wê şieyên ereb û yek jî suniyê ereb e damezrand. Li gorî îdîayan heta niha 500 dosya li hemberî hemwelatiyên kurd hatine amadekirin.

    Berpirsê partiyên kurd dibêjin, desthilat ji destê rreb û tirkmenan jî derktiye û niha desthilata leşkeriyê hukmê Kerkûkê dike.

    Berpirsê Komelê yê Kerkûkê Rêbaz Sabîr dibêje: "Desthilat li cem ereb û tirkmenan nîne, çimku ew desthilata ku li cem wan heye, bi navê hikûmeta Iraqê hukmê dike, ne bi navê pêkhateyek nav Kerkûkê, lê belê eger ew jî bi heman şêweyê hizir bikin, ew dê heman helwestê dubare bikin, ku hewla piştguhxistina ti aliyekê di qazanca ti aliyekê din de nîne."

    Li gorî nûçeya malpera Rûdawê, hikûmeta navendî ya Iraqê li Kerkûkê ji bo darizandina welatiyên kurd dadgeheke leşkerî ku endamên wê ji şîe û ereban pêk tê ava kir û di derheqê 500 kesî de jî dosyea hatine amadekirin.

    Bi heman mijarî:

    YNKê ji bo Kerkûk û Xurmatûyê bangî Ebadî kir
    'Du lîwayên leşkerî dê biçin Kerkûk û Xurmatûyê'
    Rêbwar Talabanî: Kerkûk tê Şiîkirin
    "Sê dewletan li ser statûya Kerkûk, Xurmatû û Tileferê li hev kiriye"
    Parlamento îro bi mijara Kerkûk û êrişa Haşdî Şabî dicive
    Berpirsê îranî: Nabe Kerkûk di destê dijminan de be
    Etîketan:
    Avakirina dadgeha leşkerî, Hikûmeta Bexdayê, Kerkûk, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de