22:39 17 Kanûn 2017
Zindî
    Hêzên Taybet ên Parastinê li Kerkûkê

    Li Kerkûkê şer: 9 kuştî

    © AFP 2017/ MARWAN IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li bakurê Kerkûkê di navbera milîsên tirkmen ê Heşda Şeibî û milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê de şer derket.

    Li gorî nûçeya BasNewsê ku dispêre çavkaniyên ewlehî yên asayîşa Iraqê, li bakurê Kerkûkê di navbera milîsên tirkmen ê Heşda Şeibî û milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê de şer derket. Di encama şer û pevçûnê de 4 milîsên Heşda Şeibî û 5 milîtanên DAIŞê hatin kuştin.

    Çavkaniyê asayîşê ji ajansa nûçeyên a Almanya re ragehand ku hêzeka milîsên Heşda Şeibî li mihwerê bakur ku ji hêza tirkmenan pêk dihat li nêzîkî gundê Dugmat ê ku dikeve başûrê Kerkûkê ketin kemîna milîtanên DAIŞê.

    Li gorî agahiyên çavkanî, 4 milîsên tirkmen ê Heşda Şeibî di kemînê de û 5 milîtanên DAIŞê jî di pevçûnan de hatin kuştin.

    Bi heman mijarî:

    YNKê ji bo Kerkûk û Xurmatûyê bangî Ebadî kir
    'Du lîwayên leşkerî dê biçin Kerkûk û Xurmatûyê'
    Rêbwar Talabanî: Kerkûk tê Şiîkirin
    "Sê dewletan li ser statûya Kerkûk, Xurmatû û Tileferê li hev kiriye"
    Berpirsê îranî: Nabe Kerkûk di destê dijminan de be
    Hejmara kurdên ji Kerkûk û Xurmatûyê koçber bûn eşkere bû
    Etîketan:
    DAIŞ, Heşda Şeibî, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de