17:30 25 Nîsan 2018
    Brett McGurk - Nêçîrvan Barzanî

    Barzanî û McGurk civîyan: Daxwaza hewlên cidî hat kirin

    © Foto : cabinet.gov.krd
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Nûnerê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Brett McGurk serdana Hewlêrê kir û bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civînek saz kir.

    Barzanî di civîna ligel McGurk de daxwaz ji civaka navdewletî kir, hewla zemîneke xweşhaliya danûstandinên cidî bi Bexdayê bikin.

    Malpera fermî ya hikumeta herêma Kurdistanê derbarê civîna ligel nûnerê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Brett McGurk daxuyaniyek belav kir ku tê de got, di civînê de behsa dostayetî û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Washingtonê de hatiye kirin û daxwaza geşepêdaneke zêdetir ji bo pêwendiyên her du aliyan hatiye kirin.

    Hat ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û McGurk xweşhaliya xwe ya derbarê rawestandina aloziyên di navbera hêzên Iraqê û pêşmerge de anîne ziman.

    Serokwezîr Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku, divê civaka navnetewî hewla xweşkirina zemînekê bo destpêkirina danûstandinên cidî di navbera Hewlêr û Bexayê de bike.

    Bi heman mijarî:

    Li Ebû Kemalê şerekî dijwar diqewime
    Hikûmeta Kurdistanê: Rêkeftina Rosneftê ya bi 3 milyar dolaran berdewam e
    Dîmenên kavilbûna Dêra Zorê hatin belavkirin
    Iraq û Tirkiye ji bo petrola Kerkûkê civîyan
    Şaredariya Moskowê ji bo Kupaya Cîhanê 67 milyon dolar terxan kir
    Nûjenkirina Kolana Mehmed Uzun bi fîşekên hewayî hat pîrozkirin
    Gerestêrkeke bi qasî dinyayê hate keşfkirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de