22:02 11 Kanûn 2017
Zindî
    Parlamentoya Iraqê

    YNKê ji bo Kerkûk û Xurmatûyê bangî Ebadî kir

    © AP Photo/ Karim Kadim
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlementerên YNKê îro pêncşemê bangî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir daku bergiriyên "dadmend û lezgîn" bigire ji bo ku hemû şêwazên çekdar ji navçeya Xurmatûyê rake û diyar kir ku pêkhevjiyana aştiyane li Kerkûk û Xurmatûyê ketiye xeterê.

    Parlementer Ferhad Qadirî civîneke rojnamevanî li avahiya Parlementoya Iraqê li dar xist û parlementerên YNKê tê de beşdar bûn û wiha got: Bi hezaran awareyên sivîl hîn venegeriyane Xurmatû, Kerkûk û herêmên din ku Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî vegeriyane wan" û destnîşan kir ku "awareyên wan herêmên mal û milk û dikanên xwe ji dest dane û di kampên demkî de dijîn û herwiha li bendî hikûmetê ne ku mercên herî besît ên jiyanê li wan deran dabîn bikin û desthilata qanûnê li wan deran pêk bînin daku vegerin malên xwe yên eger hîn hinek kesên bêserûber ku li ser hêzên ewlekariyê dihesibin, ew talan nekiribin".

    "IRAQÊ HÎN TIŞTEK JI BO KESÊN XANÎ TEQANDIN Û MAL TALAN KIRIN NEKIRIYE"

    Referandûma Serxwebûna Kurdistanê - Keleha Kerkûkê
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Qadirî wiha dewam kir: Welatiyên li wan deveran berî bêtirî mehekê ji wan deran aware bûn û heta niha tiştekî rasteqîn ji aliyê hikûmetê ve nehatiye kirin ku vegerin malên xwe û hikûmetê ti prosedûr derheqê wan kesên ku xaniyên wan teqandin û mal û milkên wan talan kirin de nekir."

    Parlementerê YNKê diyar kir ku pêkvejiyana aştiyane li wan herêman xeter bûye û welatî ewle nabe ku tiştek nayê serê wî û malbata wî û nikarin vegerin malên xwe û karê xwe bikin.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrekî kurd ê Iraqê: Bexda ji bilî betalkirina encamên referandûmê ti tiştî qebûl nake
    Ji Dadgeha Federal a Iraqê biryara Kurdistanê: Mafê veqetandina kesî tuneye
    Neteweyên Yekbûyî: Nabe ku Kurdistan ji Iraqê veqete
    Hikûmeta Iraqê: Nebêjin 'Kurdistan', lê bibêjin 'Iraq'
    Mesud Barzanî: Biryarên Iraqê ji aliyê Îranê ve tên dayin
    Hikûmeta Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê biryareke din stend
    Etîketan:
    YNK, Heşda Şeibî, Ferhad Qadir, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de