10:13 13 Kanûn 2017
Zindî
    Federica Mogherini

    Nûnera Bilind a YEyê nameyek ji Barzanî re şand

    © AFP 2017/ JOHN THYS
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnera Bilind a Pêwendiyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê li Yekîtiya Ewropayê (YE) Federica Mogherini ji ber bûyera erdheja şeva 12ê Mijdarê nameyeke hevxemiyê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand.

    Federica Mogherini di nameya xwe de hevxemiya Yekîtiya Ewropayê li gel Herêma Kurdistanê û qurbaniyên erdheja 12ê Mijdarê ku li çend navçeyên Herêma Kurdistanê çê bû, nîşan daye û dibêje: "Destpêkê ez dixwazin ji dil ve serxweşiyê li qurbaniyên wê erdhejê bikin ku roja 12ê Mijdarê li Herêma Kurdisanê çê bû."

    Referandûma Serxwebûna Kurdistanê - Keleha Kerkûkê
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Mogherini spas û pêzanînên xwe bo hevbeşî û serkirdatiya serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tîne ziman û keyfxweşiya Yekîtiya Ewropayê bo amadeyî û hewlên Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên li gel Bexdayê bi rêya diyalogê jî nîşan dide.

    Mogherini dibêje: "Me ji nêzîk ve û bi dilgiranî ve pêşhatên medyanî şopandiye, dema çend heftiyên bihorî jî karê me yê sereke ew bû ku rêgirî li tundûtîjiyê bihê kirin, ji her aliyekê ve be, herwiha me piştgiriya wan hewlan kiriye ku bo çareserkirina arîşeyan hatine dan, weke rêkarên ewlehiyê li navçeyên nakok. Yekîtiya Ewropa herwiha berdewam e li ser çavdêrîkirina rewşê û alîkariyên mirovî jî pêşkêş dike."

    Mogherini di dawiya nameya xwe de destnîşan kiriye: "Ne tenê yekîtî û îstiqrara Iraqê, lê belê yekîtî û îstiqrara Herêma Kurdistanê û saziyên wê yên hikûmî jî jib o Yekîtiya Ewropayê giring in."

    Bi heman mijarî:

    Hejmara miriyên erdhêja li Îtalyayê gihîşt 250an
    Nûnerê Trump ji bo Kurdistanê daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê kir
    Parlementoya Kurdistanê peyamek ji cîhanê re şand
    'Bexda û Hewlêr bi dizî dicivin'
    Qaîdî: Hejmara qurbaniyên kurdên êzidî yên di destê DAIŞê eşkere kir
    Etîketan:
    name, Nêçîrvan Barzanî, Federica Mogherini
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de