02:46 24 Hezîran 2018
Brett McGurk

"McGurk sedema sereke bû ku Amerîka li dijî referandûmê derket"

© AFP 2018 / Thaier al Sudani
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

Rojnameya Washington Timesê analîzek weşand û tê de îdîa kir ku "Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê li dijî DAIŞê Brett McGurk berpirysar e ji dijberiya Amerîkayê bo referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê."

Referandûma Serxwebûna Kurdistanê - Keleha Kerkûkê
© Sputnik / Hikmet Durgun
Nivîs di destpêkê de wiha dibêje: "Brett McGurkê ku ji aliyê Serokê DYAyê yê berê Barack Obama ve hatibû erkdarkirin û niha di nava birêveberiya Donald Trumpî de dixebite, li gel ku di birêveberiya serokekî komarparêz de dixebite jî hewl dide ku polîtîkaya Iraqê ya têkçûyî dewam bike."

"DIVÊ TRUMP DEST JI POLÎTÎKAYA OBAMA YA LI IRAQÊ BERDE"

Li gorî rojnameya Washington Timesê, çavkaniyeke navê wî nehatiye eşkerekirin gotiye ku "Birêz McGurk bi tena serê xwe berpirysar e ji dijberiya Amerîkayê bo referandûma serxwebûna Kurdistanê re".

Herwiha wê çavkaniyê teqez kiriye ku "ew (McGurk) li dû bêdengiya Amerikayê bû li gel ku haya wan jê heye, Îran û aliyên wê Kerkûkê dagir dikin û êrîşî Kurdistanê dikin. Êdî dem hatiye ku birêz Trump ji rêya birêz Obamayî derkeve û nûnerekî nû erkdar bike."

"ROJÊN IRAQA YEKGIRTÎ BI DAWÎ BÛNE"

Herwiha di nivîsê de tê gotin ku "Birêz Trump îdîa kiribû ku birêz Obama baştir e lê heta ku birêz McGurk li nivîsgehê be û polîtîkaya Iraqê ya têkçûyî dewam bike, polîtîkaya wî dê ji ya birêz Obama ne baştir be. Herwiha wî nekariye fêm bike ku ew rojên ku dîktatoran Iraqeke yekgirtî kontrol dikir, xelas bûne û çi hewldana ku Iraqa yekgirtî biparêzin dê rê li ber veke ku Îran bibe serwera herêmê."

"ÊDÎ PÊWÎSTÎ BI PAŞDEXISTINA REFERANDÛMÊ NEMABÛ"

Di nivîsê de tê destnîşankirin ku rast e, hikûmeta DYAyê diyar kiribû ku ji dema referandûmê ne razî ne û xwestibû ji bo şerê li dijî DAIŞê bi paş de bixin lê ji ber ku heta asteke bilind DAIŞ li Iraqê têk çûbû, kurdan dît ku pêwîstî tine û eger bêtir were bipaşdexistin jî dê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî xurt bike ku siyasetmedarekî nêzîkî Îranê ye bêtir ji Amerîkayê."

Bi heman mijarî:

TEV-DEMê derbarê referandûma Katalonyayê de daxuyanî da
Tillerson: Amerîka referandûma serxwebûnê nas nake
Hizbûllah: Referandûma Kurdistanê dê her çar dewletan perçe bike
Encamên referandûma Katalonyayê eşkere bûn
Kremlinê daxuyaniyek derbarê referandûma Katalonyayê de da
Yekîtiya Ewropayê: Referandûma serxwebûnê ne qanûnî ye
Zanîngeha Ezherê daxuyaniyek ji bo referandûma Kurdistanê da
Etîketan:
Mrett McGurk, Obama, Donald Trump, Iraq, Kurdistan, DYA
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de