23:49 13 Kanûn 2017
Zindî
    Referandûma Serxwebûna Kurdistanê - Keleha Kerkûkê

    "PDK bi du mercan dê vegere Kerkûkê"

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Piştî kontrolkirina Kerkûkê ji aliyê Hêzên Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ve Serokwezîrê Iraqê Heyder el Ebadî parêzgarek bi wekalet erkdar kiriye. Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê Elî Ewnî ji Spûtnîk Kurdistanê axivî û diyar kir rewşa Kerkûkê ne asayî ye lewra venagerin û heta ku rewş asayî nebe jî dê venegerin.

    Dilyar Amûdî

    Piştî ku di 16ê Cotmehê Artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî bajarê Kerkûkê kontrol kir û Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm neçar ma ku ji bajarî derkeve, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî Rakan Seîd Elî El Cibûrî bi wekalet wek parêzgar erkdar kir.

    Niha partî û tevgerên kurdî bi giştî dixwazin ku rewşa Kerkûkê vegere wek berê û parêzgarekî kurd jî were erkdarkirin.

    "KERKÛK NIHA DAGIRKIRÎ YE"

    Duh rojnameya Eşerq El Ewsetê ragihandibû ku Serkirdeyekî YNKê gotiye ku, "Piştî ku parêzgarê berê Necmedîn Kerîm reviya pêwîst bû ku parêzgarekî nû heta niha ji aliyê Encûmena Parêzgehê ve bihata bijartin, lê ji ber koma PDKê ya Mesûd Barzanî serokatiya wê dike boykot kiriye û helwesta wê ji bo jinûvedestpêkirina civînên encûmenê, heta niha lihevkirin li ser parêzgarekî nû pêk nehatiye"

    Ala Kurdistan û Iraqê
    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê Elî Ewnî ji Spûtnîk Kurdistanê axivî û diyar kir rewşa Kerkûkê ne asayî ye lewra venagerin û heta ku rewş asayî nebe jî dê venegerin. Ewnî wiha got: "Kerkûk hatiye dagirkirin ji aliyê Heşda Şeibî û milîsên wê ve. Ji aliyê qanûnî ve, ne durist e, PDK vegere cihekî ku hêzên neqanûnî lê ne. Ji bo vegere jî, divê rewş were asayîkirin."

    Emîndarê Giştî yê Tevgera Çaksazî û Geşedanan Mihemed Baziyanî derbarê mijarê ji Spûtnîkê re axivî û got: "Nikarin Parêzgarekî nû erkdar bikin, ji ber divê Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê kom bibin û ew di nav xwe de biryarê bidin. Lewra gelekî zehmet e ku tiştekî wiha pêk were. Ji ber ku bêtir du fraksyonan ne li wê derê ne û bi vî awayî rêjeya qanûnî temam nabe ji bo bijartina parêzgarekî nû. "

    Referandûm - Kurdistanê
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    "PDK QEBÛL NAKE HÊZÊN LEŞKERÎ LI KERKÛKÊ BIMÎNIN"

    Ewnî li ser pirsyara bê gelo PDK dê çawa vegere Kerkûkê, wiha got: "PDK bi du şertan dê vegere Kerkûkê; yan dê rewşa Kerkûkê vegere wek berî 16ê Cotmehê yan jî dê madeya 140î were sepandin."

    Bizyanî jî bal kişand ser helwesta PDKê û got: "Bi taybet û PDK û yekgirtûya Îslamî, vî mercî datînin ku Hêzên Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî di nava bajarî de nemîne, dê venegerin Kerkûkê û herwiha destwerdanên leşkerî li herêmê nebin û asayîşên berê jî vegerin cihên xwe".

    "PARÊZGAR YNK BE ÇI YE, PDKê BE ÇI YE"

    Ji aliyê din ve, di heman malperê de Serkirdeyekî YNKê diyar kiriye ku, "Eger kurd li hev nekin û bi hev re parêzgarekî diyar nekin, hikûmeta federal dê neçar bimînin ku parêzgarekî ne kurd erkdar bikin û ev jî dê desthilata kurdan li ser asta parêzgehê kêm bike û ev tişt dê ne di berjewndiya kurdan de be."

    Ewnî li ser vê îdîaya YNKê destnîşan kir ku heta hêzên leşkerî li wir bin, parêzgarê Kerkûkê kî be jî, cudahî tine û wiha pê de çû: "Parêzgarekî kurd ha PDK ha YNK ha her partiyeke dî, di bin destên milîsan de, kurd be çi ye, ereb be çi ye. Ji bo me ti tişt ferq neke."

    Baziyanî diyar kir ku Bexda nikare tiştekî wiha bike û eger bike jî, dê destûrê bin pê bike. Emîndarê Giştî yê Tevgera Çaksazî û Geşedanan wiha axivî: "Ev tişt ne qanûnî û destûrî ye. Eger tiştekî wiha bikin, dê destûra Iraqê bin pê bikin. Ji ber destûra Iraqê desthilatê dide encûmenên parêzgehan ku ew bixwe parêzgarên xwe hilbijêrin. Iraq Herêma Kurdistanê bi binpêkirina qanûnan tawanbar dike lê ev tiştê Hikûemta Iraqê dike, binpêkirineke eşkere û zelal e ji destûra Iraqê ye. Ji ber destûra Iraqê rê nade ku tu hakimekî leşkerî li ser bajarekî erkdar bikî. Ne serokwezîr ne jî encûmena wezîran nikare parêzgarekî erkdar yan jî ji peywirê bi dûr bixe. Jixwe jikarbidûrxistina Parêzgarê Kerkûkê ne qanûnî ye ji ew di karbidestiya encûmena Parêzgeha Kerkûkê ye."

    "KESÊN KERKÛK RADEST KIRINE, DIVÊ WERIN MEHKEMEKIRIN"

    Hêjayî gotinê ye ku YNK endamê polîtbîroya xwe wek namzet ji bo parêzgariyê destnîşan dike ku ew kes ji aliyê hinek partiyên kurdistanî ve wiha tê destnîşankirin ku "destê wî di radestkirina Kerkûkê de heye".

    Ewnî teqez dike ku meseleya venegera Kerkûkê, ne girêdayî kesayeta Rizgar Elî ye û wiha dewam dike: " Rizgar Elî, Ez naxwazim nîqaşê li ser wê meseleyê nakim lê yên ku Kerkûk radest kirine, divê werin mehkemekirin. "

    Li ser heman mijarê Bizyanî diyar kir ku bêyî piştgiriyê PDK û komên din ên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê nikare bibe parêzgar û wiha dewam dike: "Rizgar Elî namzetê YNKê ye û li gorî qanûnê, ew post pişka YNKê ye lê li gorî qanûnê divê ew piştgiriyê ji yên din bigirin lê PDK û Yekîtiya Îslamî ne li Kerkûkê ne û û niha venagerin û nizanim bê ew ê vegerin an an."

    Bi heman mijarî:

    Iraq plan dike ku rojê milyonek bermîl potrol li Kerkûkê hilberîne
    Goranê ji bo Kerkûkê daxuyaniyek da: Em dest ji madeya 140ê bernadin
    Tirkmen ji bo statûya Kerkûkê ketin hewldaneke nû
    Iraq dê petrola Kerkûkê bi rêya Îranê bişîne derveyî welêt
    Etîketan:
    veger, Sputnik, Elî Ewnî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de