22:00 11 Kanûn 2017
Zindî
    Dr. Perwîz Rehîm

    'Peywendiyeke xurt a li gel Kurdistanê wê bibe alîkariya stratejiya Rûsyayê'

    © Sputnik/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Mustafa Zengin
    0 0 0

    Dr. Parwez Rehîm, Mamosteyê Zanîngeha Selahedîn a Herêma Kurdistanê diyar kir ku divê peywendiyên Rûsya û Kurdistanê xurt bibin û got, "Rûsya piştgiriya siyasî û aborî û bi taybetî ya leşkerî bide Kurdistanê, ev dê ji bo Rûsyayê gelekî bi qezenc be." Rehîm bo serkeftina danûstandinên Bexda û Hewlêrê jî got, divê Iraq baweriyê bi mafên kurdan bîne.

    Dr. Parwez Rehîm, Mamosteyê beşa Zanistên Siyasî û Peywendiyên Navdewletî yê Zanîngeha Selahedîn a Herêma Kurdistanê li ser serkeftin û encamdana danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê û herwisa peywendiyên navbera Kurdistan û Îranê û peywendiyên navbera Kurdistan û Rûsyayê bersiva pirsên Sputnik Kurdistanê da.

    ‘DIVÊ BEXDA Û HEWLÊR JI HEVDU BAWER BIKIN'

    Dr. Rehîm li ser biserketina danûstandinên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de ragihand ku divê Herêma Kurdistanê beşdarî danûstandinan bibe û got, "Ji bo serkeftina danûstandinan divê peywendiyên tendurist di navbera Bexda û Hewlêrê de pêk werin. Di vê wateyê de divê him Bexda him jî Hewlêr bawer bikin ku peywendî ne li ser bingeha zirar û sûdmendiyê be, belkî divê li ser bingeha bawerkirin, hevbeşî û beşdarbûna proseya siyasî ya li Iraqê be."

    ‘GUMAN HEYE KU BEXDA KURDISTANÊ ZÊDETIR LAWAZ BIKE'

    Parwez Rehîm axaftina xwe wisa berdewam kir: "Eger Bexda bixwaze Kurdistanê neçarî razîkirina hemû mercên Iraqê bike û di heman demê de baweriyê bi mafên wê neyine û hewl bide bi rêyên serbazî, destûrî û yasayî dawiyê li mafên Kurdistanê bîne, wê demê dê danûstandin hîç serkeftî nebin û encamên wê dê ne di qezenca kurdan de bin. Di rastiyê de di warê danûstandinan de guman ji nêta Bexdayê heye, ku Herêma Kurdistanê zêdetir lawaz bike û ajandeyên li ser deriyên Komara Îsalmî ya Îranê Tirkiyeyê bi cih bîne."

    ‘ÎRAN DI PEYWENDIYÊN BEXDA Û HEWLÊRÊ DE XWEDIYÊ ROLEKE NEYÊNÎ YE'

    Siyasetzanê kurd Rehîm di warê peywendiyên Bexda û Hewlêrê bal kişand ser rola Îranê û got, "Îran di peywendiyên Bexda û Hewlêrê de xwediyê roleke neyênî ye. Îran dixwaze Herêma Kurdistanê gelekî lawaz be û aliyekî nêzikî xwe kontrol bike. Ji bo Iraq dabeş nebe û di bin kontrola xwe de bihêle, dixwaze hemû deskeftinên kurdan ji holê rabin. Ji ber vê yeke divê hêzên sereke yên li herêmê, wekî Amerîka, Rûsya û Yekîtiya Ewropayê rê nedin ku Îran Bexda û Hewlêrê ji hevdu dûr bigirin."

    Dr. Perwîz Rehîm herwisa anî ziman ku ji bo siberojê di warê fermî de divê peywendiyên Herêma Kurdistanê bi xwe li gel Îranê hebin, ne peywendiyên partiyên siyasî û got, "Divê sînorek ji bo destwerdekirinên Îranê li hemberî karûbarên navxweyî yên Kurdistanê hebe, ku ev jî zêdetir dikeve ser milê Amerîka, Rûysa û Ewropayê."

    ‘RÛSYA PIŞTÎ SERDEMA PÛTÎN ROLA XWE HERÊMÎ Û NAVDEWLETÎ BI DEST XIST'

    Parwez Rehîm di axaftina xwe de bi taybetî ji bo peywendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê jî daxuyand ku Rûsya piştî serdema Vladimîr Pûtîn hewl dide ku rola xwe ya herêmî û navdewletî careke din bi dest bixe û ev tişt gotin, "Rûsya di serdema Vladimîr Pûtîn de, bi taybetî piştî sala 2007an, hewl dide ku stratejiya siyaset a Euroatlantîzm û Euroasyanîzmê pêk bîne û dixwaze careke din rola xwe ya li ser hevsengiya herêmî û navdewletî bi dest bixe. Bi vî awayî qonaxa felçbûnê (The stage og paralysis) ya berê derbas kir, ku di warê hevsengiya herêmî û navdewletî de xerab bû."

    ‘RÛSYA STRATEJIYEKE LI SER HEVSENGIYÊ DIMEŞÎNE'

    Mamosteyê peywendiyên navdewletî Rehîm di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku Rûsya di asta herêmî û navdewletî de hewl dide li ser stratejiya "Piştahevgirtina li ser bingeha piralîbûnê (Interdependence Based on Multilateralism)" bimeşe û got, "Rûsya ji bo careke din vegere ser sehneya sîyaseta cîhanî, li gorî stratejiya dirustkirina hevpeymanên berfireh li herêmên cuda, stratejiya xwe ya nû cî bi cî dike. Li Rojhilata Navîn hewl dide hevsengiyê di navbera peywendiyên aliyên wekî dewletên sunne yên erebî, Îsraîl, Tirkiye û aliyên wekî Îran, rejîma Beşar Esad li Sûriyeyê û tevgerên radîkal ên Şîayan de dirust bike."

    ‘PEYWENDIYÊN BIHÊZ ÊN LI GEL KURDISTANÊ WÊ BIBE ALÎKARIYA STRATEJIYA NÛ YA RÛSYAYÊ'

    Rehîm di axaftina xwe de behsa rola jeosiyasî û jeoekonomîk a Kurdistanê ji bo Rûsyayê kir û got, "Her çiqas wekî niha peywendiyên Kurdistan û Rûsyayê di warê neft, xazê û çavkaniyên sirûştî de zêdetir aborî be jî, Kurd û cihê wan ê jeosiyasî û jeoekonomîk ji bo ku Rûsya hêza xwe ya hevsengiyê biparêze û hevpeymanên xwe yên stratejîk dirust bike gelekî girîng e. Divê Herêma Kurdistanê tevlî parastina peywendiyên xwe yên li gel Amerîkayê, karibe xwe nêzikî Rûsyayê bibe. Ji bo Rûsyayê jî hebûna peywendiyên bihêz di warê siyasî û aborî de li gel Herêma Kurdistanê gelekî girîng e û dikare bibe alîkariya stratejiya nû ya Rûsyayê li Rojhilata Navîn."

    ‘KURD HIM DIKARE BIBE DOSTÊ RÛSYAYÊ HIM JÎ DOSTÊ AMERÎKAYÊ'

    Parwez Rehîm dest nişan kir ku Amerikayê xeletî kir û di kêşeyên li gel Bexdayê de piştgiriya Kurdan negirt û ew bû sedem ku li Iraq û herêmê desthilatiya Îranê zêdetir bibe û ev tişt anîn ziman, "Ji bo vê yekê kurd niha bi awayekî guman li stratejiya Amerîka û çawabûna hevpeymaniya li gel wê dinêrin. Ev jî derfetê dide Rûsyayê ku zêdetir nêzikî kurdan bibe. Bi rastî jî Rûsya piştgiriya siyasî û aborî û bi taybetî ya leşkerî bide Kurdistanê, ev dê ji bo Rûsyayê gelekî bi qezenc be. Ji bo vê yekê divê Rûsya wekî dost li Kurdan binêre. Kurd jî di heman demê de dikare bibe him dostê Rûsya û him jî dostê Amerîkayê û berjewendiyên herdu dewletan biparêzin. Herwisa kurd êdî şerê li dijî terorîstan de xwediyê roleke sereke ye, ku ev jî him asayişa Rûsyayê him jî asayişa Amerîlayê diparêze."

     

    Bi heman mijarî:

    Parlementoya Kurdistanê peyamek ji cîhanê re şand
    Nûnerê Trump ji bo Kurdistanê daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê kir
    Îngîltereyê jî piştgirî da biryara Kurdistanê
    YE: Daxuyaniya Hikûmeta Kurdistanê piştevaniya yekîtiya Iraqê dike
    Hikûmeta Kurdistanê ofîsa xwe ya li Mexmûrê girt
    Senatorê Amerîkî: Divê di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de diyalog destpê bike
    Serokê AKPeyî: Wê têkiliyên Tirkiyeyê bi Kurdistanê re baş bibin
    ‘Li Kurdistanê serhildanek nemaye ku tevlî nebûye'
    Etîketan:
    peywendî, stratejî, Mamosteyê Zanistiyên Siyasî yê Zanîngeha Seşahedînê, Parwez Rehîm, Amerîka, Kurdistan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de