10:11 13 Kanûn 2017
Zindî
    Ala Kurdistan û Iraqê

    'Bexda û Hewlêr bi dizî dicivin'

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlmenterekî iraqî eşkere kir ku gotûbêjên "nepen" di navbera Bexda û Hewlêrê de hene daku qeyrana di navbera herdû aliyan çareser bikin û destnîşan kir ku ew gotûbêj gelekî bi pêş de çûne.

    Parlementerê "Hevpeymana Dewleta Qanûnê" Kamil Ezeydî ku endamekî Lijneya Parlementerî ye ya ku berî referandûmê li gel Kurdistanê gotûbêjan bike hatibû damezirandin got, "Serokwezîr Heyder Ebadî lijneyeke nepen bi serokatiya kesayetên payebilind peywirdar kiriye daku bi kurdan re gotûbêjan bike û ew gotûbêj gihiştine qonaxeke bipêşdeketî".

    "BIRYARA HIKÛMETA KURDISTANÊ ENCAMA GOTÛBÊJÊN NEPEN LI GEL BEXDAYÊ YE"

    Li gorî nûçeya Eşerq El Ewsetê, Ezeydî bal kişand ser daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku tê de rêz girtibû li biryara Dadgeha Federal a Iraqê a ji bo yekîtiya axa Iraqê dabû û destnîşan kir ku "ew daxuyaniya ku tê de ravekirina dadgehê qebûl dike, encameke ji encamên karên wê lijneyê ne".

    EBADÎ ÇI LI SER BARZANÎ GOT

    Li gel ku gelek aliyên siyasî yên li Bexdayê bi erênî pêşwazî li helwesta kurdî ya nû kir jî, çavkaniyeke nêzîkî hikûmeta Iraqê diyar kir ku "Ebadî xwe naspêre helwestên kesayetên siyasî yên kurdî yên ji bilî (Serokê Herêma Kurdistanê yê berê) Mesûr Barzanî" û wê çavkaniya ku li gorî rojnameyê nexwestiye navê wî were eşkerekirin gotiye: "Berî demekê pirsek li ser helwest û tevgerên erênî yên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nîşan dide ji Ebadî hatiye kirin û wiha herf bi herf wiha gotiye; "dixwazin zelal û eşkere bibêjim, Mesûd Barzanî hîn jî bibandor e û kartên lîstikê yên herêmê di destê wî de ne."

    Hêjayî gotinê ye ku Televizyona El Xedê ya iraqî derbarê rewşa dawî ya têkiliyên Bexdayê û Hewlêrê de nûçeyek çêkiribû û tê de wiha diyar kiribû ku daxuyaniya du a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî erênî li Bexdayê hatiye pêşwazîkirin. Herwiha di nûçeyê de hat diyarkirin ku navbeynkarî tê kirin ji bo diyalog di navbera herdû aliyan de dest pê bike.

    Bi heman mijarî:

    KURDISTAN - Leşkerên Iraqê derbas bûn!
    Serokwezîrê Iraqê: ‘Bila Kurdistan referandûmê neke’
    Kurdistan, Amerîka û Iraqê li ser operasyona Mûsilê li hev kirin
    'Divê êdî hevdîtinên Kurdistan û Iraqê dest pê bikin'
    Serkirdatiya Siyasiya Kurdistan-Iraqê 7 xalên piştî qonaxa referandûmê ragihand
    Etîketan:
    Mesûd Barzanî, Nêçîrvan barzanî, Kurdistan, Iraq, Bexda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de