23:49 13 Kanûn 2017
Zindî
    Parlementera Kurdistanê Bêgerd Talabanî

    Parlementoya Kurdistanê peyamek ji cîhanê re şand

    © Sputnik/ osman Başqali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlementoya Kurdistanê îro pêncşemê peyameke aştiyane li ser navê gelê kurd ji cîhanê re şand û diyar kir ku reşnivîsa budçeya sala 2018an mafên gelê Kurdistanê bin pê kir.

    Heyeta Serokatiya Parlementoya Kurdistanê îro pêncşemê bi nûner, konsul û heyetên dîplomatîk ên li Herêma Kurdistanê re civiya daku rewşa dawî ya Kurdistanê ji wan re vebêje û bi taybetî behsa kêmkirina pişka Herêma Kurdistanê ji budçeya Hikûmeta Federal a 2018an bikin.

    "PARLEMENTOYA KURDISTANÊ DIXWAZE LI GORÎ DESTÛRÊ DIYALOGÊ BIKE"

    Sekreterê Parlementoya Kurdistanê û Seroka Koma YNKê li parlementoyê Bêgerd Talabanî civîneke çapemeniyê li dar xist û tê de got: "Parlementoya Herêma Kurdistanê civînek li gel konsulxane û heyetên dîplomatîk ên li herêmê li dar xist daku peyameke aştiyane ya gelê kurd ji cîhanê re bişîne".

    Talabaniyê destnîşan kir ku "Parlementoya Kurdistanê dixwaze li gorî destûrê diyalogeke cidî li gel Bexdayê bike."

    "BEXDA DIYALOGÊ NEKE, KURD DÊ JI PÊVAJOYA SIYASÎ VEKIŞIN"

    Herwiha Talabanî diyar kir ku "reşnivîsa 2018an gelek binpêkirinan derheqê gelê Kurdistanê de dihewîne" û got, "karbidestî bo Hikûmeta Herêma (Kurdistanê) hatiye dan daku gotûbêjan li Hikûmeta Iraqê ji bo budçeyê bikin".

    Sekretera Parlementoya Kurdistanê diyar kir ku "bijarteya vekişîna komên kurdistanî ji pêvajoya siyasî ya Iraqê jî heye, eger Bexda qebûl neke ku diyalogê li gel Herêma Kurdistanê bike."

    Hêjayî gotinê ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kiribû ku "reşnivîsa 2018an hewl dide keyanê destûrî yê herêma (Kurdistanê) bêwate bike" û teqez kiribû ku bduçeya 12.6% têra dana muçeyên karmendên parêzgehekê tenê jî nake."

    Hêjayî gotinê ye ku 36 Konsulxane li Herêma Kurdistanê hene.

     

    Etîketan:
    PDK, YNK, Bêgerd Talabanî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de