15:33 18 Kanûn 2017
Zindî
    Heyder el Ebadî

    Nûnerê Trump ji bo Kurdistanê daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê kir

    © AP Photo/ Stefan Wermuth
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Nûnerê Serokê Amerîkayê Donald Trump Breet McGurk daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir ku diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê were destpekirin.

    Breet McGurk duhî li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re hevdîtinek pêk anî. McGurk di hevdîtina xwe de daxwaz ji Heyder Ebadî kir ku divê diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê were destpêkirin û pirsgirêk bi rêya danûstandinan werin çareserkirin.

    McGurk li ser hisabê xwe yê medya civakî ya Twitterê peyamek parve kir û di peyama xwe ragihand ku wî ligel Heyder Ebadî qonaxa dawî ya şerê dijî DAIŞê û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê nirxandine.

    ​Nûnerê Trump di peyama xwe de got: "Divê pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Bexdayê bi rêya diyalogê û li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê werin çareserkirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    McGurk: Em nahêlin şer bigihêje nava bajarê Kerkûkê
    McGurk: Amerîka piştgiriya Kurdistana bi hêz dike
    ‘McGurk peyama Trump gihande Bexdayê û got nabe ti kes êrişî Kurdistanê bike'
    Ji McGurk peyama serxweşiyê bo wefata Mam Celal: Ez ê bêriya wî bikim
    Mcgurk bo referandûma Kurdistanê: Li pişt deriyan hevdîtin didomin
    Etîketan:
    Serokwezîrê Iraqê, Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê, Heyder Ebadî, Breet McGurk, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de