02:05 19 Hezîran 2018
Alaya Almanyayê

Almanyayê bangî Bexdayê kir: Zûka dest bi diyalogê bikin

© AFP 2018 / / Alexander Nemenov
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Derve ya Almanyayê ragihand ku bi erênî pêşwaziya daxuyaniya Herêma Kurdistanê ji bo biryara dadgeha Federal a Iraqê dike û destnîşan kir ku divê Hikûmeta Iraqê zûtirîn dem dest bidiyalogê li gel Bexdayê bike daku kêşeyan çareser bike.

Konsulxaneya Almanyayê li Hewlêrê daxuyaniyek da û tê de destnîşan kir ku Wezareta Derve ya Almanyayê "pêşwaziya helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ravekirina Dadgeha Federal a Bilind li Bexdayê ji bo madeya yekem a destûra Iraqê kir ku rê nade ti herêmê (ji Iraqê) veqete".

​Herwiha Wezareta Derve ya Almanyayê diyar kir ku daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê "nîşaneke giring e ku amade ne dest bi diyalogê bikin."

Di berdewamiya daxuyaniyê de bangî Hikûmeta Iraqê li Bexdayê kir ku zûka dest bi diyalogê bikin daku pirsên siyasî yên navbera herdû aliyan çareser bikin.

Bi heman mijarî:

Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê: Ji Erdogan bo axaftinê daxwaza fermî hat
Termînala balafirgeheke li Almanyayê hat tehliyekirin
Îstîxbarata Almanyayê: Em Tirkiyeyê ne wek hevalbend, wek dijmin dibinin
Li Almanyayê ji ber endambûna PKKê cezayê girtîgehê hat dayîn
Almanya: Erdogan, qumarê bi têkiliyên sedsalane yên Tirkiye û Almanyayê dike
Ji Almanyayê bo YEyê: Bergiriyên tund li hemberî polîtîkayên Erdogan bigrin
Etîketan:
Bexda, Iraq, Kurdistan, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de