10:23 13 Kanûn 2017
Zindî
    Bendav

    Erdhejê 17 milyon dolar zirar da bendava Derbendîxanê

    © REUTERS/ JIM URQUHART
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Erdheja giran a bi dijwariya 7.3 ku şeva yekşemê li herêma Helebçey û Silêmaniyê çêbû, 17 milyon dolar zirar da bendava navçeya Derbendîxanê.

    Li gorî çavkaniyên herêmî bendava Derbendîxanê zirareke cidî dîtiye û divê bi lezgîn were çêkirin. Terkên mezin li ser bendavê çêbûne û ji bo ev terk talûkeyê çêneke av tê tahliyekirin.

    Midûrê Giştî yê Bendavên Herêma Kurdistanê Ekrem Ehmed di axaftina xwe de got: "Ji bo bendava Derbendîxanê niha talûkeyeke lezgîn tuneye, lê divê bi awayekî lezgîn were çêkirin." Li gorî texmînan piştî erdhejê derdora 17 milyon dolar zirar gihîşte bendava Derbendîxanê.

    Ekrem Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de got: "Komîsyoneke ku ji Kurdistan û Iraqê pêk dihat ji bo tespîta zirarê bendavê hat wezîfedarkirin." Midûrê bendava Derbendîxanê Rahman Xanî jî di axaftina xwe de ragihand ku terken mezin li ser bendavê çêbûne û ji bo ev terk talûkeyekê çêneke ev du roj in av tê tahliyekirin. Hetanî hefteyekê wê dora 100 milyon metrokup av were tahliyekirin.

    Bi heman mijarî:

    Mamostayên Germiyan û Derbendîxan dibistan boykot kirin
    Barzanî û Talebanî serdana Derbendîxanê kirin
    Hemû bendavên Kurdistanê zirar dîtine lê ya Derbendîxanê ya herî zêde ye
    Etîketan:
    Midûrê Giştî yê Bendavên Herêma Kurdistanê, Ekrem Ehmed, Derbendîxan, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de