07:40 23 Hezîran 2018
erdhej - îran

Bangewazîyên alîkariya mexdurên erdhejê didomin

© REUTERS / Tasnim
Kurdistan
Lînkê kurt
Salih Turan
0 0 0

Piştî erdheja li bajarên kurdnişîn ên Îranê û Herêma Kurdistanê ku 12ê Mijdarê rû dabû, bangewaziyên gihandina alîkariyan ji mexdurên erdhejê re berdewam dikin.

Ji bo mexdurên erdhejê ku herî zêde li dorûbera Kirmaşanê ziyaneke mezin a canî û madî gihîştiyê bangên alîkariyan têne kirin ku di rewşeke metirsîdar de ne.

​​Li ser medya civakî jî bangên alîkariyê têne kirin ku di hinek vîdyoyan de lêqewmiyên erdhejê bixwe banga alîkariyê dikin.

​Herwiha ji bilî sazî û komeleyên herêmî yên alîkariyan digihînin, hinek hesabên bankeyan jî hatine vekirin daku kesên dilxwaz alîkariyan bikin.

Di encama erdheja bi dijwariya pileya 7.3 de, ziyaneke mezin gihîştiye bajarê Kirmaşan a li Îranê û bajaroka Derbendîxan a Herêma Kurdistanê.

Li gor amaran li dorûbera Kirmaşanê tenê bêhtirî 600 kesan jiyana xwe ji dest daye û bi hezaran xanî bûne kavil ku rewşa mexdurên erdhejê jî hîn di metirsiyê de ye.

Bi heman mijarî:

Di medyaya civakî de erdhej
Bi dijwariya 8an erdhej pek hat: Banga tsunamiyê hat kirin
Li Egeyê erdhej pêk hat
Li Bodrumê bi dijwariya 4.9ê erdhej
Li Rûsyayê bi dijwariya 7.8ê erdhej
Etîketan:
Kurdistan, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de