22:37 17 Kanûn 2017
Zindî
    Tetbîqata leşkerî ya Tirkiye û leşkerên Iraqê

    Li Sersengê li dijî wesayîteke leşkerî ya Tirkiyeyê êrîş pêk hat

    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 20

    Li nêzîkî navçeya Serseng a devera Amediyê wesayîta ku leşkerên Tirkiyeyê tê de bûn, rastî êrîşeke çekdarî hat.

    Jêderekî berpirs ji Amedîyê ji peyamnêrê Spûtnîk Kurdistanê re êrîş piştrast kir û got, di encama êrîşa çekdarî ya li dijî wesayîta leşkerî ya Tirkiyê de 2 kesan can daye û hejmarek jî birîndar hene.

    Li gor zanyariyên jêderê berpirs li Amediyê, êrîşa dijî wesayîta leşkerên Tirkiyê,  îro 15ê Mijdarê li demjimêr 15.00an hatiye kirin û 2 kesan can daye û hejmarek jî birîndar hene ku hejmara wan diyar nebûye.

    Rayedaran da xuyakirin ku hîn ti agahiyek li ser kesên ev êrîş pêk anîne nehatiye bidestxistin û PKKê jî heta niha daxuyaniyeke ku êrîşê bigire ser xwe nedaye.

    Hat zanîn ku piştî bûyerê hêzên ewlekariya Herêma Kurdistanê cihê bûyerê dorpêç kirine û lêkolîn li ser êrîşê hatiye destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Vîdeoya navgîna ku Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê gotibû ‘fotomontajê' derket
    Ji bo doza 10 parlamentarên HDPê biryar hat dayîn
    Li Diyarbekirê bi mankênên lekî govênd dan gerandin
    Senatorê Amerîkî: Divê di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de diyalog destpê bike
    PDK biryar da ku vegere Parlementoya Iraqê
    Balafirê şer ên rûsî çeperên DAIŞê yên li Ebû Kemalê bombardûman kirin
    'Dewletê êrîşî bîra kurdan kiriye'
    Etîketan:
    Tirkiye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de