14:45 21 Mijdar 2017
Zindî
    Parlamentoya Iraqê

    PDK biryar da ku vegere Parlementoya Iraqê

    © AP Photo/ Karim Kadim
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Koma Partiya Demokrata Kurdistanê biryar da ku vegere Parlementoya Iraqê û ragihand, eger destûr were sepandin dê berjewendiyên hemû pêkhateyan werin parastin.

    Koma PDKê di Parlementoya Iraqê de daxuyaniyek derbarê boykotkirina civînên parlementoyê de da û tê de wiha hat gotin: "Ji pêgeha berpirsyariyê û hesta bi mercên ku Iraq wek welat û gel li ser hemû astan di wan re derbas dibe û herwiha ji ber em wiha bawer dikin ku diyalog û pêwendî tekane çare ne ji bo hemû nakokî û qeyran werin çareserkirin, me biryar da ku pêwendiyê bikin û li ser karê xwe yê parlementerî li gel bira û xwişkên xwe yên Parlementoya Iraqê dewam bikin."

    Di berdewamiya daxuyaniyê de Koma PDKê spasiya wan aliyan kir ên ku "ev rewş afirandiye û di serî de Serokê Parlementoya Iraqê û herdû cîgirên wî û herwiha hêzên siyasî".

    PDKê di daxuyaniya xwe de teqez kir ku divê destûr rêgeh be ji bo çareseriya hemû nakokiyan, "bi taybetî nakokiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de" û wiha dewam kir: "Em wiha difikirin ku destûr bi awayekî rast were sepandin, dê rê bide hemû aliyan ku bigihêjin bingehên saxlem û bi wî awayî dê berjewndiyên hemû alî û pêkhateyan werin parastin".

     

    Bi heman mijarî:

    Parlamentoya Iraqê budçeya sala 2018an a ji bo Kurdistanê qebûl kir
    Barzanî: Em amade ne hemû dahatan radestî Iraqê bikin
    Wezareta Pêşmerge: Iraqê fêhm kir ku em deriyê Îbrahîm Xelîl û Pêşxabûrê teslîm nakin
    Ji Dadgeha Federal a Iraqê biryara Kurdistanê: Mafê veqetandina kesî tuneye
    Wezîrekî kurd ê Iraqê: Bexda ji bilî betalkirina encamên referandûmê ti tiştî qebûl nake
    Neteweyên Yekbûyî: Nabe ku Kurdistan ji Iraqê veqete
    Hikûmeta Iraqê: Nebêjin 'Kurdistan', lê bibêjin 'Iraq'
    Mesud Barzanî: Biryarên Iraqê ji aliyê Îranê ve tên dayin
    Etîketan:
    PDK, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de