14:49 21 Mijdar 2017
Zindî
    Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres

    Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Barzanî nameyek şand

    © AP Photo/ Khalil Senosi
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 53 0 0

    Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ji bo Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyek şand û bi rêya wê nameyê piştgiriya xwe ya bo destpêkirina diyalogeke siyasî di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de nîşan da.

    Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jan Kubis îro çû serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û herdu aliyan civînek li dar xist.

    Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kubis di wê civîna ku Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî amade bû de, nameya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres radestî Nêçîrvan Barzanî.

    Hat daxuyandin ku Guterres di nameya xwe ya ji bo Nêçîrvan Barzanî de kêfxweşiya xwe ya li hemberî daxuyaniyên Kurdistanê û Iraqê aniye ziman û gotiye "Cihê kêfxweşiyê ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraq a Federal çend caran amadebûna xwe ji bo gotûbêjê nîşan daye."

    Guterres herwisa derbiriye ku Neteweyên Yekbûyî amade ye di gotûbêjên navbera her du aliyan de alîkariyê bike û gotiye: "Ez ji herdu aliyan daxwaz dikim ku pêngavên pêwîst bavêjin,daku ji bo destpêkirina danûstandineke rasteqîn zemîneke guncaw were dabînkirin."

    Sekretrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya xwe de dest nişan kiriye ku hêj metşirsiya DAIŞê li ser herêmê heye û ji bo rêkeftina nîştimanî û peydakirina îstiqrareke xurt divê rê li ber bêîstiqrariyê were girtin.

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Ji bo diyalogê divê civaka cihanî rolekî çalaktir bigre ser xwe
    Nêçîrvan Barzanî: Me ji bo ziyanên erdhejê budçe veqatand
    Barzanî û Talebanî serdana Derbendîxanê kirin
    Barzanî sipasiya Tirkiyeyê kir
    Etîketan:
    name, Sekreterê Giştî yê NY, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Antonio Guterres, Nêçîrvan Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de