21:35 22 Mijdar 2017
Zindî
    Kerkûk - Peykerê Pêşmerge

    Lihevnekirina PDK û YNKê li ser parêzgarê Kerkûkê û encamên wê

    © REUTERS/ Stringer
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10110

    Piştî ku di 16ê Cotmehê Artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî bajarê Kerkûkê kontrol kir û Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm neçar ma ku ji bajarî derkeve. Niha YNK dixwaze Rizgar Elî bike parêzgarê Kerkûkê lê PDKê wî qebûl nake.

    Piştî ku di 16ê Cotmehê Artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî bajarê Kerkûkê kontrol kir û Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm neçar ma ku ji bajarî derkeve, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî Rakan Seîd Elî El Cibûrî bi wekalet wek parêzgar erkdar kir.

    "DERENGMAYÎN NE DI BERJEWNDIYA KURDAN DE YE"

    Li gorî nûçeya malpera Al Şarq El Ewsetê, Serkirdeyekî YNKê got, "pêwîst bû ku parêzgarekî nû heta niha ji aliyê Encûmena Parêzgehê ve bihata bijartin, piştî ku parêzgarê berê Necmedîn Kerîm reviya lê ji ber koma PDKê ya Mesûd Barzanî serokatiya wê dike boykot kiriye û helwesta wê ji bo jinûvedestpêkirina civînên encûmenê, heta niha lihevkirin li ser parêzgarekî nû pêk nehatiye. Li gel ku ev post ji para YNKê ye û me endama polîtbîroyê Rizgar Elî kir namzet, pewîst e ku dengdana di nava Encûmena Parêzgehê de pêk were û ez wiha difikirim ku derengmayîna heta niha çêbûye û ya ku dê çêbibe, ne di berjewndiya kurdan de ye. Ji ber ku di dawiyê de komên din an jî hikûmeta federal dê neçar bimînin ku parêzgarekî ne kurd erkdar bikin û ev jî dê desthilata kurdan li ser asta parêzgehê kêm bike."

    Polîsên Iraqê û Pêşmerge li Kerkûkê
    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM
    "PDK RIZGAR ELÎ QEBÛL NAKE"

    Ji aliyê din ve, nûçe wiha diyar dike ku PDK guh nade van hişyariyên YNKê ji ber wiha difikire ku "nîşandana Rizgar Elî wek namzet bı vê postê nayê qebûlkirin ji ber ku di 16ê Cotmeha borî de li gel wan koman bû yên ku li gel Heşda Şeibî li hev kiribû ji bo Kerkûkê kontrol bike."

    "PDK DIXWAZE VEGERE KERKÛKÊ LÊ BI ŞERTEKÎ"

    Endamê Serkirdayetiya PDK û Berpirsê Têkiliyên derve yên partiyê Hoşyar Siwêlî teqez kir ku "Partiya wî bi rastî jî dixwaze vegere Kerkûkê lê mercekî wê heye ku ew hatin ne bi awayekî risaker be û ew veger dê di berjewndiya gelê kurdistanî de be."
    Siwelî wiha dewam kir: "Em dixwazin parêzgarekî kurd li parêzgehê hebe û hemû hêzên siyasî wek berê vegerin parêzgehê lê em ê qebûl nekin ku Rizgar Elî were tayînkirin ji ber ew di nav wê komê de bû ya ku peyman li gel Heşda Şeibî îmze kir."

    Bi heman mijarî:

    Kerîm: Kerkûk dê beşdarî referandûma serxwebûnê bibe
    Parlamenter Tan: Di nava dewleta Kurdistanê de divê Kerkûk û Mûsilê jî hebin
    Waliyê Kerkûkê: Hikûmeta Iraqê Kerkûk piştguh kir û çû Mûsil rizgar kir
    'Bexda dizanîbû Kerkûk ne aîdî wan e, lewma ti xizmet nekirin'
    Ji walî bo NY: Kerkûk jî tevlî referanduma serxwebûnê dibe
    Referandûm ji sedî 90 amade ye: Buroyên Mûsil, Kerkûk û Xaneqînê vedibin
    'Piştî referandûmê divê Kerkûk bibe xwediyê statuyeke taybet'
    Kosret Resûl: Dê Pêşmerge Kerkûk biparêze
    Etîketan:
    PDK, YNK, Hoşyar Siwêlî, Rizgar Elî, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de