10:18 22 Mijdar 2017
Zindî
    Kosret Resûl

    ‘Li Kurdistanê serhildanek nemaye ku tevlî nebûye'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 100 0 0

    Waliyê Kerkûkê yê berê ku ji wezîfê hat dûrxistin Necmedîn Kerîm li nexweşxaneyê serdana Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê Kosret Resul Elî kir.

    Waliyê Kerkûkê yê berê ku ji wezîfê hat dûrxistin Necmedîn Kerîm li Silêmaniyê serdana nexweşxaneya Faruk ku Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê Kosret Resul Elî li wir bû kir. Kerîm li nexweşxaneyê derheqê tendirustiya Elî de agahî ji bijîşkan wergirtin.

    Necmedîn Kerîm piştî serdanê di axaftina xwe ya çapemeniyê de got: "Kak Kosret ji xeyrî ku berpirsekî bilind ê YNKê ye hem Pêşmergeyekî qahreman û hem jî li hemberî dijminên kurdan bi wêrekî tekoşîn daye. Kak Kosret her dem ji bo xelkê Kurdistanê bi dil û can tekoşîn meşandiye. Li Kurdistanê ti serhildaneke ku tevlî nebûye tune ye. Hêvî dikim tendirustiya wî zû baş bibe û vegera xizmeta xelkê xwe."

    Kosret Resûl Elî di 11ê Mijdarê de ji nişkê ve rakiribûn nexweşxaneyê û paşî jî hatibû ameliyatkirin.

    Bi heman mijarî:

    Kosret Resûl: Divê dinya fişarê li Bexdayê bike
    Fermandar û Cîgirê Sekreterê YNKê Kosret Resul rakirin nexweşxaneyê
    Kosret Resûl: Êrîşa Kerkûkê plangeriyeke piralî ye
    Barzanî: Bexda çi biryarê dide bila bide, nikare têkoşerê wek Kak Kosret Resûl bigire
    Kosret Resûl di derbarê Kerkûkê de daxuyanî da
    Sivîlên Kerkûkê bi çek derketin kolanan: Kosret Resûl bi 6 hezar Pêşmerge re gihîşt bajêr
    Etîketan:
    Waliyê Kerkûkê yê berê, Cîgierê Sekreterê YNKê, Kosret Resul Elî, Necmedîn Kerîm, Silêmanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de