00:08 21 Mijdar 2017
Zindî
    Erdhej - Kurdistan

    Heta niha ti alîkariya Iraqê negihiştiyê herêma erdhejê

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Li gorî daxuyaniya endamê YNKê yê Encumena Bajarê Silêmaniyê piştî erdheja bi dijwariya 7.2an hikûmeta navendî ya Iraqê ti alîkarî ne gihandiye herêma erdhejê.

    Endamê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) yê Encumena Bajarê Silêmaniyê Rêkewt Zekî ragihand ku heta niha ti alîkariyeke hikûmeta Bexdayê negihiştiye ziyanpêkevtiyên erdheja Derbendîxanê. Ji bilî alîkariyên Tirkiyeyê, ti alîkariyek ji aliyê Iraqê negihiştiye ziyanpêkevtiyên erdheja Derbendîxanê. Tenê ev heye ku tîmeke ji Çavkaniyên Avê yên Iraqê hatine Derbendîxan ji bo ku li gel şîrketeke şêwirmend girêbest bikin da ku zirarên ku gihiştine bendavê destnîşan bikin."

    Rêkewt Zekî di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku di dema serdana tîmeke encumena wan ji bo Derbendîxanê de Qeymeqamê Derbendîxan zirarên ku ji ber erdhejê gihiştiye wê navçeyê, weke 17 milyon dolar hesibandiye.

    Zekî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Li Derbendîxanê li nav 15 heta 17 dibistanan perwerdehiyê sekinîne û pirsgirêka xelkê ya elektrîkê heye. Ev sê roj in av jî negihiştiye wan, ji ber erdhejê ji bilî xaniyan, zirar gihiştiye nexweşxaneyan jî."

    Bi heman mijarî:

    Di medyaya civakî de erdhej
    Bi dijwariya 8an erdhej pek hat: Banga tsunamiyê hat kirin
    Li Bodrumê bi dijwariya 4.9ê erdhej
    Li Behra Egeyê bi mezinahiya 6.3 erdhej pêk hat
    Li Wanê bi pileya 3.5 erdhej çêbû
    Erdhej li Îranê: 2 mirî û herî kêm 11 birîndar
    Etîketan:
    Endamê YNKê yê li Silêmaniyê, Rêkewt Zekî, Derbendîxan, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de