04:26 19 Mijdar 2017
Zindî
    Erdhej

    Li Herêma Kurdistanê Erdhejeke din çêbû

    © AFP 2017/ Richter magnitude scale
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Hat ragihandin ku li bajarokê Derbendîxan ê Herêma Kurdistanê îşev erdehejeke din a bihêz rû daye.

    Li gor nûçeya BasNewsê ku dispêre Qeymeqamê bajarokê Derbendîxanê Nasih Mele Hesen, erdheja ku îro berêvarê rû daye gelekî bihêz bûye ku hemwelatî pê hesiyane, lê derbarê ziyanan de ti agahiyek tune ye.

    Herwiha hat diyarkirin ku hemû sazgeh, polîs û tîmên tendirûstiyê û hêzên asayîşê di rewşa amadebaşiyê de ne.

    Li gor ragihandina çavderxaneyên erdhejê, erdheja li Herêma Kurdistanê li demjimêr 18.00an rû daye ku pileya wê 4.6 bûye.

    DI ERDHEJA 12Ê MIJDARÊ DE BÊHTIRÎ 500 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA

    Hêjayî bîrxistinê ye, di erdheja 12ê Mijdarê de yek ji devera herî zêde bandor li ser çêbûye bajaroka Derbendîxanê bû ku tê ragihandin bendava li wê herêmê jî ziyaneke mezin ji erdhejê dîtiye.

    Di encama erdheja şeva 12ê Mijdarê de, li gor zanyariyên dawî li deverên Kurdnişîn ên Îranê bêhtirî 500 kesan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran hemwelatî jî birîndar bûn. Li Herêma Kurdistanê jî 8 kesan di erdhejê de can da û 321 kes jî birîndar bûn.

    Bi heman mijarî:

    Sê keştiyên balafiran yên Amerîkayê gihan avên nîvgiravê Koreyê
    Li Îzmîrê ji 21 kesên binçavkirî 13 kes hatin berdan
    Senatorê rûs: Dîplomasiya Pûtîn û Erdogan rast e
    Ebadî: Ez pêşwaziyê li daxuyaniya Hikûmeta Kurdistanê dikim
    Macron: Pêwistiye peymana nukleerî bi hinek revîzyonan heye
    Sûriyeyê bersiva wezîrê amerîkî Mattis da
    Gelo Tirkiye dikare operasyonekê li dijî Efrînê pêk bîne?
    Etîketan:
    Kurrdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de