01:05 22 Hezîran 2018
Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Barzanî: Ji bo diyalogê divê civaka cihanî rolekî çalaktir bigre ser xwe

© AP Photo / Alice Martins
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê binpêkirina mafên xwe qebûl nake. Mesrûr Barzanî û Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraqê Ramon Casas duh li Hewlêrê hevdîtinek pêk anîbûn.

Ofîsa Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxuyaniyek ragihand û diyar kir ku Mesrûr Barzanî û Ramon Casas di vê civînê de rewşa dawî ya deverê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê nirxandin.  Ramon Casas yê Balyozê Yekîtiya Ewropayê diyar kir ku YEyê hêvî dike ku diyalogeke li ser esasên makezagona Iraqê ya rasterast û bilez di navbera Hewlêr û Bexdayê de destpêbike û dawî li aloziyên di navbera her 2 aliyan de werin.

Derbarê pêşhatên siyasî û leşkerî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de Mesrûr Barzanî ragihand ku pêwîst e pirsgirêkên heyî yên di navbera Hewlêr-Bexdayê bi awayekî hertimî û bi yekcarî werin çareserkirin. Da em hertim di çarçoveya wê nedadperweriya dîrokî ya ku li hember gelê Kurd tên kirin, nezivirin.Barzanî da zanîn ku Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina kêşeyên heyî bi awayekî hertimî û bi rêbazên aştiyane amade ye û got: "Kurdistan bi ti awayî binpêkirina mafên xwe qebûl nake." Herwiha Barzanî hêvî kir ku civaka cîhanî jî roleke çalak bigre ser xwe, ji bo ku astengşyên li pêşiya danûstandinê di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji holê werin rakirin û pêşî li alozîyên nû yên herêmê were girtin.

 

Bi heman mijarî:

Mesrûr Barzanî: Em mafê serxwebûnê wekî hemû miletên dinyayê ji bo xwe jî dixwazin
Mesrûr Barzanî: Rêveberîya Trump girîngîyeke mezin dide Kurdistanê
Mesrûr Barzanî li Amerîkayê hevdîtinên fermî pêk tîne
Mesrûr Barzanî ji bo 'Serxwebûnê' diçe Amerîkayê
Mesrûr Barzanî: DAIŞ cureyê şer diguherîne
Mesrûr Barzanî: DAIŞ têk jî biçe îdeolojiya radîkal a wan têk naçe
Mesrûr Barzanî: Alîkariya civata cîhanê bo penaberan gelek kêm e
Etîketan:
daxuyanî, leşkerî, siyasî, Ramon Casas, Mesrûr Barzanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de