04:27 19 Mijdar 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Ji bo DYA piştgiriya xwe ya Kurdistanê bibire, çi ji Bexdayê stend?

    © REUTERS/ Khalid al Mousily
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 140 0 0

    Serokê Yekîtiya Lêkolînên Iraqê Wasiq El Haşimî ragihand ku sedema ku DYAyê piştgiriya dida kurdan birî, ne ji ber rêkeftineke nepen di navbera Washington û Bexdayê de bû lê ji ber wê bû ku rewşa herêmê guheriye û di vê serdemê de, piştgiriya Herêma Kurdistanê ti fêdê nade.

    El Hîşam bi Spûtnîkê re axivî û got, "piştî ku Rûsya vegeriya herêmê, hevsengiya hêzan guherî û niha ji ber pirqutbiyê, pozisyonên Tirkiyeyê li Îran û Tirkiyeyê xurt bûye. Pisporê iraqî diyar kir ku perçebûna welatî, dê ti fêdê li DYAyê neke û pêwîstiya Washingtonê bi navbeynkariyekî li herêmê heye."

    "IRAQEKE YEKGIRTÎ JI YA PERÇEBÛYÎ BIKÊRTIR E"

    Herwiha El Haşimî got: "DYA rasterast li gel Îranê pêwendî nekirine, nake û dê neke jî û naxwaze şerek li dijî Îran pêk were. DYA dixwaze rêkeftinên firotina çekan îmze bike bêyî ku sînorên wan rêkeftinan bi welatên kendavê were sînordarkirin. Ji aliyê din ve, Îran dixwaze di rêya Iraqeke xurt û yekgirtî pêwendiyê bi DYA û Erebistana Siûdî re deyene.Berjewndiyên navdewletî di wê xalê de digihêjin hev ku Iraq yekgirtî ji ya perçebûyî bikêrtir e."

    Bi heman mijarî:

    Iraqê ji bankayên taybet xwest ku hemû beşên xwe yên Kurdistanê bigirin
    Wezîrê iraqî derbarê budçe û referandûma Kurdistanê de daxuyaniyek da
    'Şikestina Kurdistanê bi piranî di stûyê Barzanî de ye'
    Homoseskeulîtî li Kurdistanê: Asayîbûn heye lê asteng jî pir in
    Herêma Kurdistanê: Pêşeroj ne diyar e
    Etîketan:
    DYA, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de