01:02 22 Hezîran 2018
Iraq - Alaya Iraqê

'Aliyên navdewletî li Iraqê ji bo diyalogê tu fişarê nakin'

© Sputnik / NAZEK MOHAMMAD
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Piştî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê ya di 25ê îlonê de pêkhatî Hikûmeta Iraqê û Heşda Şabî di 16ê cotmehê de êrîş anîbûn ser Kerkûkê û Kerkûk kontrol kiribûn. Berî vê bûyerê û piştî vê bûyerê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê her daxwaza diyalogê kirin. Lê ev nehat qebûl kirin. Li ser vê yekê Sputnik Kurdistan bi Dr. Erefat Kerem re axifî.

Piştî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê li gel hemû bangawaziyên serokê berê yê Hikûmeta Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û yên hikûmeta Herêma Kurdistanê Bexdayê bersiveke erênî nedabû. Di 16ê cotmehê de êrîş anîbû ser Kerkûkê û Kerkûk kontrol kiribû. Li gel vê yekê dewletên din jî herwiha banga diyalogê li her du aliyan kiribûn. Lê belê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî gotibû heya ku encamên referandûmê neyên betal kirin dê diyalog destpê neke.

'HIKÛMETA IRAQÊ HEYA NIHA BERSIVEKE FERMÎ NEDAYE HERÊMA KURDISTANÊ'

Derbarê helwesta Hikûmeta Iraqê ya li hember destpêkirina danûstandinên digel Herêma Kurdistanê de Serokê Grûba PDKê li Parlamentoya Iraqê Dr. Erefat Kerem da zanîn ku: "Hikûmeta Iraqê ji bo destpêkirina danûstandinan, heta niha bi tu awayî bersiveke fermî nedaye Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Herwiha alîyên navdewletî jî bi vî awayî fişar nekirine ku danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de destpê bikin tenê hewl dane.

 

Bi heman mijarî:

Serokê Parlementoya Iraqê bi parlementerên PDKê re civiya: Divê diyalog dest pê bike
Siyasetmedarê navdar ê Libnanî: Diyalog baştir e ji dorpêçê
Serokkomarê Iraqê: Serxwebûn pêk were jî, divê diyalog hebe
‘Eger bi Rûsyayê re ji pozisyona hêzê diyalog were danîn, ev yek badîhewa ye'
Merkel: "Em Tirkiyeyê rexne dikin lê divê diyalog berdewam be"
Peskov: Rûsya û Tirkiye bo li Sûriyeyê diyalog pêk bê hewldaneke siyasî didin
Hewlêr û Bexdayê li hev kir: ‘Bila diyalog berdewam bike’
ROJAVA – SÛRIYA: Diyalog-hevdîtin-muzakere
Etîketan:
danûstandin, fişar, destpêkirina, Sputnik Kurdistan, Erefat Kerem, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de