21:39 24 Mijdar 2017
Zindî
    erdhej - îran

    Nêçîrvan Barzanî: Me ji bo ziyanên erdhejê budçe veqatand

    © REUTERS/ Tasnim
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ji bo Silêmaniyê bûdceyeke taybet veqatandine û dê tezmînatê bidin ziyanpêkeftiyên erdhejê.

    Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad talebanî, Wezîrê Tendrûstiyê Dr. Rêkewt Heme Reşîd, Wezîra Şaredarî û Geştiyariyê Newroz Mewlûd, Wezîrê Perwerdê Piştîwan Sadiq û Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê Ebdulstar Mecîd, bi armanca zanîna ziyanên erdhejê, seredana Derbendîxanê kirin.

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku dê kesên di erdhejê de ziyan dîtine tezminatê bidin wan û ji bo vê yekê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê bûdceyek ji Silêmaniyê re veqetandiye.

    Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaza sersaxiyê ji xizm û kesên qurbaniyên erdheja Derbendîxan û Kirmaşanê re xwest.

    'JI BO BENDAVÊ DÊ LIJNEYEKE WERE AVAKIRIN

    Derbarê bendava Derbendîxanê de Barzanî ragihand ku li gel Yekîtiya Ewropayê rêkeftine da ku ji bo nûjenkirina bendavê lîjneyekê bişînin.

    Di dema serdanê de Serokwezîr Barzanî ligel rêveberên bajar û welatiyan civiya û herweha serdana Bendava Derbendîxanê jî kirin ku ji ber erdhejê ziyan lê ketiye.

    Roja 12-11-2017ê, li Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê û Helebceya Başûrê Kurdistanê erdhejeke bi hêz çêbibû û di encamê de li gorî amarên dawî yên fermî, ji ber erdheja li Kirmaşan û parêzgehên din ên Rojhilatê Kurdistanê 423 kesan canê xwe ji dest dane û 7 hezar û 370 kes jî birîndar bûne. Herwiha bi hezaran xanî bi temamî hilweşiyane.

    Bi heman mijarî:

    Di medyaya civakî de erdhej
    Bi dijwariya 8an erdhej pek hat: Banga tsunamiyê hat kirin
    Werzîşvanê kurd xelata xwe ya zêrîn ji bo mexdûrên erdheja Kirmaşanê difiroşe
    Serokwezîrê Kanadayê ji bo erdheja Kurdistan û Îranê peyamek weşand
    DBPê derbarê erdheja li Kurdistanê de daxuyanî da
    Etîketan:
    ziyan, erdhej, Qubat Telebanî, Nêçîrvan Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de