07:42 21 Mijdar 2017
Zindî
    Libnan

    Rojeva rojnameyên erebî: Libnan û Herîrî

    © Sputnik/ EKATERİNA CHESNOKOVA
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Rojeva sereke ya rojnameyên erebî derbarê mijara îstîfaya Serokwezîrê Libnanê Seed Herîrî li Erebistana Siûdî bû ku Herîrî duh di hevpeyvîneke li Erebistana Siûdî de gotibû ku dê vegere Libnanê

    Ciwês Kerem ji Heyat a londonî dibêje, li gel ku hefteyek di ser derketina Herîrî ji Libnanê re derbas bûye," ti çareserî li be çavan xuya nake û wiha diyar e ku vegera serokwezîrê libnanî jî ne nêzîk e. Zelalî li ser şêwaza hikûmeta li Beyrûtê tine. Herwiha ne diyar e, eger neyê, dê îstîfaya wî were qebûlkirin an jî dê nîqaşê li ser mercên danîne ji bo dest ji îstîfayê berde."

    Nivîskar Ebdilbarî Etwan di rojnameya Arayê ya londonî de destnîşan dike ku" hevpeyvîna Herîrî tevlihevî û nepeniya li ser mercên îstîfa û girtina (Herîrî) zêdetir kirin."

    Etwan dibêje: "Herîrî di hevpeyvîna xwe de dilebikî û axiftina wî him bi naverok û him bi encamên xwe kes qanî nedikir. Lewra difikirim ku cemawerên libnanî qanî nebûn û herwiha gelek erebên ku bi baldarî ew hevpeyvîn şopandin."

    Nivîskarê esilfilistînî Etwan berovajî Herîrî difikire ku gotibû, "îstîfaya wî şokeke erênî li Libnanê çêkir" û dibêje: "Ji binî ve berovajî wê ye. Istiqrara (Libnanê) hejand û qeyraneke wezîran afirand û perçebûna mezhebî jî vegerand."

    Ji aliyê din ve, Evdurehman El Hebîb bi rojnameya Elcezîrê Siûdiyê re dibêje ku hewldana "guhertina mijarê" heye bi îdîakirina ku "Herîrî li Riyadê girtî ye li gel ku bi azadî diçe û tê û derketiye derveyî Qiraliyeta Erebistana Siûdî)".

     

     

    Bi heman mijarî:

    Kurdên Libnanê li pêşiya avahiya NYê çalakî li dar xistin
    Siûdî banga lezgîn li welatiyên xwe kir: ‘Libnanê biterikînin'
    Newroz li Libnanê hate pîrozkirin
    Li Libnanê teqîn: Serokêkî filistînî hat kuştin
    Milîsên ji Îranê û Hizbûllaha Libnanê jî şerê kurdan dikin
    Li Libnanê ji 106 endamên DAIŞ û El Nûsrayê re cezayê îdamê hat birîn
    Hevseroka MSDê Îlham Ehmed li Libnanê hevdîtinan dike
    Etîketan:
    rojname, Beyrût, Libnan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de